Çepnî: Marmara diperpite 2019-09-29 09:01:27   STENBOL - Parlementerê HDP'ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser texrîbatên aborî yên li Herêma Marmarayê çê bûn û got: "Marmara diperpite. Lê ev ne di xema îktîdarê de ne."    Herêma Marmarayê, ji çar parên nifûsa Tirkiyeyê malovaniya parekê dike. Pîşesazî û fabrîkayên li Çorlû, Gebze, Dîlovasi, Tûzla û Kendava Îzmîrê tesîreke neyînî li hewa, av û behra herêmê dikin. Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, bal kişand ser qirêjiya hewa, texrîbatên ekolojîk û şewitandina daristanên li Herêma Marmarayê û got, ji bo hikûmetê heta ku pere di xweza, çem û çiyayan de hebin biqîmet in. Çepnî, anî ziman ku ji bo hikûmetê eger tiştek bê firotin û nirxekî wê yê aborî hebe biqîmet e û got: "Eger tunebe, ev hemû hîç in. Tenê xema wan pereyê şîrketan ê di qutiyê qonderayan de zêde bibe. Li ber çavan Tirkiyeyê ber bi felaketekê ve dibin. Çandinî nema. Ji xeynî fistiq, findiqî tirî, mişmiş û narenciyeyê em her tiştî îthal dikin."    Çepnî, bibîr xist ku li gorî daneyên fermî yên Midûriyeta Giştî ya Daristana a Wezareta Çandinî û Daristanê, di meha Tebaxê de li tevahiya welat agir bi nêzî 300 daristanî ketiye. Çepnî, got: "Di van şewatan de qadeke daristanî ya nêzî hezar û 500 hektarî şewitî. Piraniya van şewatan kiryar nediyar in. Piraniya şewatên li herêmên turîzmê ji bo avaî bên çêkirin tên kirin. Li erdnîgariya kurdan jî piraniya şewatan bi hinceta 'ewlehiyê' tên kirin. Heta mirov dikare bibêje ji bo heyfê ji gelê herêmê bistînin dikin. Dîmenên di vî warî de derketin holê."    ‘JI BO PÎŞESAZIYÊ ZIRARÊ DIDIN DARISTANAN'    Çepnî, destnîşan kir ku li deverên şewat çê dibin divê rêjeya pêkanînên parastinê bên zêdekirin û divê pêşî li ber fealiyetên bazirganî û pêşesaziyê bên girtin û got: "Lê tişta tê kirin bereksê wê ye. Ji şewatê bêtir veberhênaniyên enerjî, înşeat û turîzmê zirarê didin daristanan." Çepnî, diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji bajarê hewaya wê herî qirêj Bûrsa ye û got: "Li Çanakkale, Bûrsa û Tekirdagê gelek santralên termîkê û qadên madenê hene. Daristanên bakur, daristanên longoz ên li Kirklareliyê her sal ji bo înşeatê û tiştên din tên tunekirin. Êdî Behra Marmarayê ne wekî berê zînde ye. Ji xwe Behra Reş hema bêje miriye û niha jî Marmara diperpite. Lê belê ev ne di xema îktîdarê de ye."    Çepnî, destnîşan kir ku di vî warî barekî mezin dikeve ser tevgerên eklojî û hawirdorê û got: "Gava em şert û mercên kûrewî jî bînin ber çavan, nexwe divê ji rûxandina ekolojîk a li Marmarayê seferberiyek bê îlankirin."    Her wiha Çepnî, bal kişand ser rewşa Çiyayên Kazê jî û got: "Li Çiyayê Kazê ji bo madenên zêr daristan hatin qirkirin. Bi rastî jî ev bi awayekî mezin wijdanê civakê êşand. Bertek û berxwedan didomin. Divê bidomin jî." Çepnî, destnîşan kir ku hikûmetên cîhanê tev ji bo şîrketên enerjî, enduristriyî, çandinî û madenvaniyê qadên nû yên qezencê vedike û got: "Gava li Çiyayên Kazê daristan hatin qirkirin, di heman demê de Heskîf di bin avê de hat fetisandin. Li Ûşakê Çiyayê Mûradê, lI Dersimê Çiyayê Mûnzûrê qadên madenê hatin îlankirin. Hema bêje li Artvînê her der wekî qada madenê hatiye îlankirin."    Herî dawî Çepnî got: "Bi kurt û kurmancî gava hikûmet bi krîzên aborî re rû bi rû dimînin ewilî çav berdidin daristanan, çem û parkan û qadên çandiniyê. Vaan qadan pêşkeşî şîrketan dikin."    MA / Bariş Ceyhan