Nûnerên partiyên siyasî: Pêdivî bi qanûneke bingehîn a alternatîf heye 2019-09-29 09:00:45   MÊRSÎN - Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê, diyar kirin ku qanûneke bingehîn a nû divê hemû derdorên civakê bihebîne, xwedî taybetmendiiyeke azadîxwaz û wekhev be û ji bo amadekarina qanûneke bingehîn bang li gelan kirin.    Nûnerên partiyên siyasî yên Mêrsînê, bal kişandin ser nîqaşên derbarê "qanûneke bingehîn a nû". Nûneran, rewşa civakiyî û siyasî ya Tirkiyeyê nirxandin û gotin di serdemeke ku zext û zoriyên li ser gel zêde dibin de pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye. Her wiha nûneran ji bo qanûneke bingehîn a alternatîf bang li gelan kirin.    Hevserokê HDP'a Mêrsînê Mûstafa Işik, anî ziman ku qanûna bingehîn a nû ne li gor pêdiviyên civakê ye û got, tenê ne AKP, îktîdarên berê jî ev li gor berjewendiyên xwe şikil dane vê qanûna bingehîn. Işik, destnîşan kir ku pergala heyî ji Qanûna Bingehîn a 12'ê Îlonê jî paşvetir e. Işik, anî ziman ku pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Qanûna Bingehîn; divê di çarçoveyeke laîk, piralî, mafên abweriyan û mafên gelan de û li gor berjewendiyên civakê bê çêkirin. Derbarê qanûneke bingehîn a nû de plansaziyên partiya me jî hene. Em ê di vê pêvejoyê de bi hermû derdorên civakê û hêzên demokrasiyê re biaxivin."    ‘QANÛNEKE BINGEHÎN A ALTERNATÎF'    Serokê Partiya Karkeran (TÎP) ê Mêrsînê Bulent Ûfûk Ateş jî, anî ziman ku divê qanûneke bingehîn a alternatîf bê amadekirin. Ateş, bilêv kir ku qanûneke bingehîn a azadîxwaz û wekhevîxwaz bi têkoşîna li hemberî AKP'ê pêkan e û got: "Ger Rejîma Qesrê hilweşe û li şûna wê pergaleke azadîxwaz û wekhevîxwaz çê bibe, wê ev yek bi xwe re qanûneke bingehîn a nû jî bîne. Ji bo vê jî têkoşîna li hemberî Rejîma Qesrê divê. Em TÎP, ji bo amadekarina qanûneke bingehîn a azadîxwaz û wekhevîxwaz bang li hemû gelan dikin. Qanûnên bingehîn divê li kuçeyan bên amadekirin."    'DIVÊ PÊWENDÎ BI PIRSGIRÊKAN RE BÊ DANÎN'   Serokê SYKP'ê yê Mêrsînê Alper Firat Gedîk jî destnîşan kir ku qanûneke bingehîn a ku pêwendiyê bi pirsgirêkên civakiyî re daneyne ji destpêkê ve divê rewabûna wê bê lêpirsînkirin û wê xebateke endezyariyî nikaribe tu tiştî îfade bike. Gedîk, got: Ji nasnameyê heta ekolojiyê, ji mafên çîna karkeran heta pirsgirêkên jina gelek pirsgirêk li ber mene û heta pêwendî bi van pirsgirêkan re neyê danîn wê tim hebin. Em SYKP, me ji bo vê mijarê komîsyonek ava kir. Pêşnûmayeke me ya derbarê nîqaşên berê yên qanûnên bingehîn de hebû. Me ev yek li gor serdemê rojane kiriye."    ‘FERZKIRINA PERGALÊ YA JI BO QANÛNA XWE YA BINGEHÎN NE RAST E'    Serokê Partiya Kedê (EMEP) ê Mêrsînê Mehmet Taşçi jî divê qanûneke bingehîn a li cem kedkar û gelan cih digire bê çêkirin û got, îktîdar û derdorên wê dixwazin xwe di ser qanûneke bingehîn re rewa bikin. Taşçi, got: "Gava em behsa qanûneke bingehîn a nû dikin, em behsa jiyaneke ku rê li ber karker û kedkaran, azadiya rêxistinbûyînê û azadiya gelan vedike dikin. Lê qesda wan î ji qanûneke bingehîn ew e ku tenê ew û partiyên pergalê li hev kom bibin û ji bo astengiyên li pêş xwe rabikin tev digerin. Em behsa vê nakin. Niha li vî welatî parastina aştiyê jî û parastina mafê sendîkayîbûnê ya karkeran jî sûc e. Em dixwazin ji bo qanûneke bingehîn a nû hemû derdorên muxalif li hev kom bibin û pêvajoyeke wiha dest pê bike. An jê wê partiyên pergalê a xwe ferz bikin. Ferzkirineke bi vî rengî jî ne rast e."