Li Stenbolê 5 kes hatin berdan 2019-09-28 15:28:04   STENBOL – Li Esenyurtê 5 kesên ji bo beşdarî Nobeta Demokrasiyê bûn û polîsan ew binçav kiribû hatin berdan.    HDP’ê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên xwe Nobeta Demokrasiyê daye destpêkirin. 5 welatiyên beşdarî çalakiyê bûn ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin piştî îfade dan emniyetê hatin derxistin Dadgeha Esenyurtê. 5 kesan piştî îfade dan dozgeriyê hatin berdan.