‘Cuma Tek ê ji sedî 70 astengdare berdin’ 2019-09-28 15:26:54   ENQERE -  Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di çalakiya hefteya 265’emîn de, xwest girtiyê nexweş Cuma Tek ê ji sedî 70 astengdare bê berdan.    Înîsiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, çalakiya xwe hefteya 265’emîn li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqerê li dar xist. Di çalakiyÊ de pankarta “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan” hat vekirin. Daxuyaniya vê heftê endama Desteya Rêveber a Navendî ya (ÎHD) Nûray Çevirmen da.    JI SEDÎ 70 ASTENGDARE Û EV 27 MEHIN GIRTIYE   Çevîrmen, bal kişand ser rewşa Cuma Tek ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin û wiha axivî: “Tek ji sedî 70 astengdare û ev 27 mehin girtiye. Ev sê mehin Tek ji guhên xwe ne rehet û bijîjkan jê re gotiye  nexweşiya te kronîke. Malbata Tek li navçeya Çelê ya Colemêrgê dijî. Malbat jî zêde nikare biçe girtîgehê. 4 zarokên Cuma Tek hene û ew ku malbata xwe hatine mexdûrkirin. Ji ber rewşa Tek  a heyî divê demildest bê berdan.”