Xizmên windayan: Dosyeya Ceylan Onkol bêceza hat hiştin 2019-09-28 14:53:29 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan û Şaxên ÎHD’ê dan zanîn ku dosyeya Ceylan Onkol jî wek dosyeyên kiryar nediyar bêcezakirin ma.  Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 555’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    ‘DENGÊ DAYIKA DENGÊ HEQÎQETÊ YE’    Rêveberê ÎHD’ê Adnan Orhan di çalakiyê de ewilî axivî û got: “Dengê van dayikan dengê edalet û heqîqetê ye. Heta niha ji bo dîtina kujeran darazê gavek erênî neavêtiye. Li şûna cezakirina kujeran wan xelat dikin. Hûn neçarin hesabê windayên me bidin.”    ‘PÊWÎSTE EDALET PÊK WERE’    Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli jî got: “Lazime êdî dayik bigîhîjin hestiyên zarokên xwe. Ji bo edalet derkeve holê pêwîste edalet were tesîskirin. Edalet pêk were dê çîrok ji nûve were nivîsandin.”    ‘DOSYEYA ONKOL JÎ BÊCEZA HAT HIŞTIN’    Rêveberê ÎHD’ê Hasan Yalçin jî qetilkirina Ceylan Onkol a di 28’ê Îlona 2009’an de li mezraya Xanbaz a Licê ya bi gula hawanê hat kuştin bi bîr xist. Yalçin da zanîn ku dosyeya Ceylan Onkol jî wek dosyeyên kiryar nediyar bêcezakirin ma û ew ê heta dawiyê têkoşîna hiqûqê birêve bibin.    ÇÎROKA MEHMET YANEN Û HASAN KANAT    Yalçin çîroka windakirina Mehmet Yanen û Hasan Kanat ên di 17’ê tîrmeha 1994’an de li gundê Seyar ê girêdayî navçeya Hênê ya Amedê hatin binçavkirin û windakirin xwend.    Piştî 5 deqîqe rûniştinê çalakî bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 461’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û xizmên windayan beşdar bûn. Rêveberê ÎHD’ê Mahfuz Akgul axivî û anî ziman ku heta ku aqûbeta windayan eşkere bibe dê têkoşîna xwe dewam bikin.    Akgul di daxuyaniya vê hefteyê de xwest ku cînyeta Haci Sancak ê di sala 1993’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat revandin û kuştin û pişt re cenaze dan malbata wî bê ronîkirin.    Piştî rûniştina 5 deqîqeyan çalakî bi dawî bû.