HDP’ê li Seyhan û Erxeniyê rêveberiya xwe ya nû bijart 2019-09-28 14:26:22   EDENE / AMED – Rêxistinên HDP’ê yên navçeyên Seyhan û Erxeniyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart in.     Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreyên xwe pêk tîne. Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Seyhana Edeneyê 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li salonek li navçeyê li dar xist. Parlmanterên HDP’ê yên Edeneyê Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz û reveberên HDK, ESP, ÎHD, DAD’ê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn.  Pankart hatin daliqandin. Bijartina dîwanê pêk hat û rêz hat girtin. Koma Dem û Koma Şitlên Azadî stran gotin.    Seroka Dîwanê Erol Demîrhan û parlamenter Tulay Hatimogullari û Kemal Pekoz axivîn û behsa pêvajoyê kirin. Parlamentera got ew li ser pêya ne û dê hesabê hemû êrîşên li ser HDP’ê bixwazin.    Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Suzan Kiliç û Enver Guler ji bo hevserokatiya navçeyê hatin bijartin.    ERXENΠ   Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Erxenî ya Amedê jî 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li Eywana Konferansê ya Şaredariya Erxenî pêk anî. Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Amedê Zeyyat Ceylan û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, rêveberên HDP’ê, hevşaredarên Erxenî û gelek kes beşdar bûn. Piştî axaftin û xwendina raporên malî û xebatê rêveberiya nû ya rêxistina navçeyê hat hilbijartin û Zulkuf Bîrgul û Makbule Karakaya bûn hevserok.