9 partiyên Kurdan ji bo hilbijartina meclîsên Kerkûk, Nînova û Diyale li hev kirin 2019-09-28 13:47:09 NAVENDA NÛÇEYAN - 9 partiyên siyasî yên li Hewlêrê civiyan, biryar dan ku bi lîsteya "Hevpeymaniya Kurdistanî" beşdarî hilbijartina meclîsên parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin.   Li bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe, 9 partiyên Kurdan têkildarî hilbijartina meclîsên parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale yên Iraqê ku biryar hatiye dayîn ku di 1'ê Nîsana 2020'an pêk were de, li hev civiya û li hev kirin. Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Goran, Hizba Komunîst, Komeleya Îslamî ya Kurdistan, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê û Bizûtneweya Îslamî beşdarî civînê bûn.   Her 9 partiyan di civînê de biryar dan ku bi yek lîseyê beşdarî hilbijartina parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Diyale bibin. Partiyan di heman demê de li ser navê lîsteyê jî li hev kirin û navê lîsteyê weke "Hevpeymana Kurdistanê" diyar kirin.