Çat ê Walîtiya Wanê konsera wî betal kir: Huner wê bêdeng nemîn e 2019-09-28 09:50:12 WAN - Walîtiya Wanê, bi hincetên cuda konserên li bajêr bên lidarxistin yek bi yek qedexe dike. Hûnermend Kadir Çat ê ku li navçeya Seray wê konser bidaya û konsera wî hat betalkirin, bertek nîşan da û got: “Hunera muxalîf û rexne dike wê bêdeng nemîn e. Em ê pira dinavbera gelan de hatiye avakirin nedin hilweşandin.”  Walîtiya Wanê ku tenê bi qedexeyên xwe dikeve rojevê, her 15 roj carekê li bajarê bi hincetên cuda biryara “Qedexeya çalakî û şahiyan” digire û konserên çand, huner û civakî jî ji ber qedexeyê betal dike. Walîtiya ku tenê konserên şaredarên HDP û hûnermendên mûxalîf qedexe dike, di heman demê de hemû konserên şaredarên Seray, Erdîş, Bêgirê û Qelqelî yên xwestin li dar bixin jî qedexe kirin. Lê walîtî di heman demê de, destûrê dide hemû konserên AKP’ê. Walîtiyê herî dawî, konsera Serhat  Karakaş û Zozan Ozbey a li Qelqelî û konsera Kadîr Çat a li navçeya Serayê bihatan lidar xistin qedexe kirin.    Hunermend Kadîr  Çat, qedexekirina konserê  nirxand û diyar kir ku ewê li dijî qedexeyan bêdeng nemîn in.    'EM QEDEXEYAN ŞERMEZAR DIKIN’   Çat, da zanîn ku li Tirkiyeyê her roja diçe pêşxistina hunera mûxalîf zortir dibe û wiha axivî: “Bi hincetên vik û vale li herêm û metropolan konser û şano tên qedexekirin. Ev yek di warê demokrasiya Tirkiyeyê de, gotinên kesên behsa maf, hiqûq û edaletê dikin, vale derdixe. Qedexe kirina konseran ne raste. Em şermezar dikin. Tu çalakiyên AKP’ê nayin qedexe kirin. Lê dema mijar dibe kurd û muzîka kurd, her tişt di guhere. Ev qedexe wê negihin armancên xwe. Heya niha tim xwestin hunerê bêdeng bikin. Lê hunera muxalîf û rexne dike wê bêdeng nemîn e. Em ê pira dinavbera gelan de hatiye avakirin nedin hilweşandin. Emê avakirina vê pirê dewam bikin.”