Piştî wargehê dewrî Diyanetê kirin lêferzkirina ‘namûsê’ dest pê kir 2019-09-28 09:29:51 MÊRDÎN – Li Wargeha Xwendekarên Keç a Mêrdînê rêgeza “tevgerkirina bi namûs” li ser xwendekaran ferz kirin. Derket holê ku piştî wargehê dewrî Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê kirine ev lêferzkirin hatiye destpêkirin.  Li Wargeha Xwendekarên Keç a Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê derketibû holê ku rêgezên ser û sînç û teşeyê tevgerkirinê bi xwendekaran dan îmzekirin. Formek di bin navê “Xwendekarên li wargehan dimînin neçarin ku li gorî rêgezan tevger bikin” dan xwendekaran û ji bo xala sererastkirina ser û sînç ev gotin hatibûn kirin: “Ji bilî cihê razanê bi pîjeme, cilê şevê û cilên neguncan negerin, li hundirê weragehê û li derveyî wargehê li dijî namûsê tevger nekin.” Her wiha di formê de rêgezên eskerî jî li xwendekaran hatibû ferzkirin.    FORMAN KOM KIRIN Û KETIN PEY XWENDEKARAN    Ajansa Mezopotamya vê mijarê kir nûçe û Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar mijarê veguhezand Meclîsê. Piştî mijar çû Meclîsê rêveberiya wargehê formên li odeyên xwendekaran û li panoya wargehê daliqandî kom kirin. Her wiha rêveberiya wargehê ket pey xwendekarên mijarê ji raya giştî re ragihandine.    Têkildarî mijarê em li rayedarên wargehê geriyan û ewilî ji me re gotin “li hemû wargehan tê sepandin” û pişt re jî diyar kirin ku ji ber rayedar nîne dê agahî nedin.    Li aliyê din derket holê ku Wargeha Xwendekarên Keç a Mêrdînê dewrî Weqfa Diyaneta Tirkiyeyê (TDV) hatiye kirin. Ev dewr kirin bêdeng pêk hatiye. Li ser malpera Weqfa Diyanetê dê dîtin ku di 16’ê îlonê de ev dewr hatiye ragihandin. Ev lêferzkirina rêgezên cil û tevgerên xwendekaran jî piştî dewrî Weqfa Diyanê hatiye kirin ketiye meriyetê. Di malperê de tê gotin ku rêveberiya wargehê dewrî Weqfa Diyanetê kirine.    MA / Ahmet Kanbal