Mal û milkên qeyûm dewr kiribûn nedan 2019-09-28 09:25:50 ŞIRNEX - Meclîsa Şaredariya Silopiyayê, ji bo biryara derbarê mal û milkên şaredariyê yên di dema qeyûm de hatibûn dewrkirin de bê betalkirin biryar girtibû, lê belê biryar meclîsê nehat qebûlkirin. Rektoriya Zanîngeha Şirnexê, ji bo tahsîskirina neguhêzbaran gef li şaredariyê xwarin.    Piştî ku di hilbijartina 31'ê Adarê Şaredariya Silopiyayê ket destê HDP'ê, meclîsa şaredariyê di civîna xwe ya meha Hezîranê de ji bo mal û milkên veneguhêzbar ên şareriyê yên di dema qeyûm de hatine dewrkirin wergirin biryar girtibûn. Lê belê biryara meclîsê hatibû betalkirin. Ji bo betalkirinê jî hatibû gotin "li dijî hiqûqê ye." Şaredarî ji sazî û dezgehên ku qeyûm mal û milkên şaredariyê dewrî wan kiriye teblîxat şandibû, lê belê saziyan bersiveke neyînî da şaredariyê.    Midûriyeta Karantîna ya Çandiniyê ya Şirnexê, ji bo erdê ku qeyûm tahsîsê wê kiriye got, "Malê Xezîneyê ye" û daxwaza şaredariyê red kir. Midûriyeta Perwerdehiyê jî diyar kir ku ji ber tahsîsî Midûriyeta Giştî ya Emlaka Netewî hatiye kirin nikarin tiştekî bike. Midûriyeta Giştî ya Veberhênanî û Kargehan jî ji bo erdê 2.845,01 metrekare ku qeyûm dewrî wê kiribû got, "ne di cî de ye" û daxwaza şaredariyê red kir. Her wiha Midûriyeta Emniyetê ay Navçeyê jî ji bo erdê li Taxa Başakê dewrî wê hatiye kirin bersiveke neyîn da.    GEF LI ŞAREDARIYÊ XWAR!    Qeyûm, 20 hezar metrekare erd tahsîsî Zanîngeha Şirnexê kiribû. Rektoriya Zanîngeha Şirnexê di bersiva xwe de derpêş kir ku protokala wan bi qeyûm re kiriye têbor e û ji şaredariyê xwest erdê navbirî tahsîsî wan bê kirin. Rektoriyê, di bersiva xwe de gef li şaredariyên xwar û îşaret bi Wezareta hawirdor û Bajarsaziyê kir.    MA / Gokhan Altay