Berdevka HDK'ê Koçyîgît: Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye 2019-09-28 09:21:11 WAN - Berdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bilêv kir ku îktîdar bi krîmînalîzekirina HDP'ê dixwaze qada xwe berfireh bike û got: "Li dijî feraseta ku kurdan, HDP'ê û Tirkiyeyê îzole dike tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye."  Çalakiya malbatan a li ber avahiya HDP'a Amedê didomee. Berdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, bilêv kir ku tifaqa AKP-MHP'ê di ser malbatan re wekî mexdûr be xwe dide nîşandan û bi vî awayî li pêyî berjewendiya ye.    Koçyîgît, diyar kir ku li Tirkiyeyê tifaqeke dixwaze li Tirkiyeyê demokrasiyê, hêzên muxalif berteref bike heye û got, lê ger eniya demokrasiyê ya Tirkiyeyê bibe yek wê AKP nikaribe li ser piya bisekine. Koçyîgît, got: "Îktîdara AKP-MHP'ê niha bi krîmînalîzekirina HDP'ê, bi binpêkirina kurdan hewl dide ji xwe re qadeke rewa vebike. Îjar divê li dijî van êrîşan hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê bi awayekî çalak tev bigerin. Divê em li dijî aqilê ku dixwaze me ji hev evqetîne û nexasim jî kurdan û HDP'ê îzole dike nêzî hev bibin û bibin yek. Tekane reçeteya rizgariyê yekîtî ye."    'HDP, DERIYÊ RONAHIYÊ YE'    Koçyîgît, destnîşan kir ku gotinên wekî "HDP pereyan ji çiyê re dişîne" û "mirovan dişîne çiyê" ne rast in û got, raya giştî ya Tirkiyeyê jî û malbatên li ber avahiya HDP'ê rûniştine jî baş bi vê yekê dizanin. Koçyîgît, got: "Rêbazên ku gelek caran hatine ceribandin, AKP wan disa dixe dewrê. Di serî de jî di ser mlabatan re wekî mexdûr be tev digere. Hin malbat hene 5 sal in li benda zarokên xwe ne, lê belê ne dewlet ne jî hikûmet ji bo wan tiştek jî nekiriye. Naxwazin van tiştan bibînin, lê belê radibin wekî her tiştî HDP kiribe malbatan tîne ber avahiya HDP'ê. A rast ev tişt nîşan dide ku ka AKP çi qas tengijiye." Koçyîgît, bal kişand ser hatina wezîrên AKP'ê ya ji bo ber avahiya HDP'ê jî û got: "Rûniştina wan î li wir belkî bi kêrî wan jî bê. Hêvîdar im ev derî sîrayetş zorbetî, pêkanînêna ntîdemokratîk bike û wan baş bike. Çimkî ew derî deriyê heqîqetê, rastî û têkoşînê ye."    HEVGIRTIN   Koçyîgît, anî ziman ku tu pirsgirêk di daxwazên malbatan de tune ye û got: "Ger malbatên bi tehdeyên dewletê re rû bi rû mabin û bên li ber deriyê partiyeke ku hemû destkeftiyên wê yî demokratîk hatin binpêkirin rûniştibin, ev pir aşkere ye ku bûne perçeyeke lîstika hikûmetê û barê AKP'ê rast dikin. Em naxwazin malbatên me bibin perçeyeke vê polîtîkaya qirêj a AKP-MHP'ê. Gava dayikên leşkeran li ber avahiya AKP'ê rûniştin hatin derdestkirin. Rûniştina li ber deriyên partiyên muxalif serbest e, lê rûniştina li ber deriyê AKP'ê qedexe ye. En durûtî ye. Malbat, KHK'î, ên ji kar hatine avaêtin her roj diçin wir. Çimkî ên ew ji kar avêtine AKP ye. Têkoşîneke rewa û rast heye. Nikarin pêşî li ber vê têkoşînê bigirin. Îjar ji ber nikarin biqedînin û pêşî li ber bigirin vê carê radibin terorîze û krîmînalîze dikin. Lê belê tişta divê em bikin hevgirtin û têkoşîn e. Eger em vê bikin wê di nêz de têkoşîna me bi ser bikeve û bibe xwedî destkeftiyên mezin."