Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê hat redkirin 2019-09-27 17:46:11   STENBOL - Serlêdana malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ya ji bo hevdîtinê hat redkirin.    Serlêdana Mehmet Ocalan a ji bo hevdîtinê bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan re çê bike ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Her wiha serlêdana Emîn Konar a ji bo birayê xwe Omer Hayrî Konar, serlêdana Polat Yildirim a ji bo birayê xwe Hamîlî Yildirim û serlêdana Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn a ji bo birayê xwe Veysî Aktaş jî hat redkirin.