‘Ji bo kurdan hiqûqek cuda pêk tînin gelo?’ 2019-09-27 16:32:22 AMED – Rêveberê Baroya Amedê Tevfîk Karahan diyar kir ku hin doz ji bo ku fen û fût bûne hatin betalkirin, lê doza KCK’ê li gel delîlên bi derew jî biryarek cuda hat dayîn dan û got: “Ji bo kurdan hiqûqek cuda û jibo tirkan jî hiqûqek cuda pêk tê gelo?”  Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê di mijdara 2015’an de li Sûrê hat kuştin bên darizandin di hefteya 195’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin.    ‘ŞERMA MEZIN E’   Rêveberê Baroya Amedê Tevfîk Karahan di çalakiyê de axivî û diyar kir ku nederxistina kujerên Elçî şermek herî mezin e û heta hemû kujer û berpirs hesab bidin wê lêgerîna wan a edaletê bidome.    ‘HIQÛQ CUDA PÊK TÎNIN GELO?’   Karahan bi bîr xist ku Dadgeha Bilind li gel delîlên derew jî ceza birîna siyasetmedarên ji Doza Sereke ya KCK’ê dihatin darizandin erê kiriye û got: “Dozên mîna Casûsiya Eskerî, Ergeneok, Balyoz û Şîke bi hênceta ku bi fen û fût bûn hatin betalkirin. Dadgeha Bilind ji bo van biryarek daye û ji bo Doza KCK’ê jî biryarek cuda daye Ji bo kurdan hiqûqek cuda û jibo tirkan jî hiqûqek cuda pêk tê gelo?”   Parêzeran piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist.