Rêveberiya girtîgehê dest danî ser Kur'anê 2019-09-27 16:01:57   ENQERE - Malbata Leyla Uyanik a girtî Kur'an-i Kerim ji keça xwe ya girtî re şandin. Lê bi hinceta Dîyanet tune ye Kur-an nedan Uyanik. Parlamentera HDP'ê Salihe Aydeniz, desteserkirina Kur'anê bir rojeva meclîsê.      Malbata Leyla Uyanik a li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtî Kur'an-i Kerim ji keça xwe ya girtî re şandin. Lê bi hinceta Dîyanet tune ye Kur-an nedan Uyanik. Parlamentera HDP'ê Salihe Aydeniz, desteserkirina Kur'anê bir rojeva meclîsê.  Aydenîz, xwest Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul van pirsan bibersivîne.    “ * Hûn ji geşedanên li Girtîgeha tîpa F a Sincanê agahdar in? Têkildarî mijarê hûn difikirin ku lêpirsîn û lêkolîn bikin?      * Pirtûka Kur’an-ı Kerim ku ji aliyê Diyanetê ve hatiye çapkirin, tu zagon û qanûnê ku Kur’an-ı Kerim qedexe dikin hene ya na?