KCD û HDP'ê Umit Acar li ser gora wî ew bibîr anîn 2019-09-27 15:50:37 ÊLIH - Heyeta ku di navde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Bajaran heye, Umît Acar ê li Almanya tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, li ser gora wî ya li Hezoyê bibîr anî.  Heyeta KCD û HDP'ê ya di navde Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, endam û rêveberên HDP'ê û welatî hebûn, bi minasebeta 1'emîn salvegera Umît Acar ê tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî, çûn navçeya Hezoyê û goristana Acar ziyaret kirin. Umit Acar, di 27'ê Îlonê de li Almanya ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan bedena xwe dabû ber agir û demek şûnde jiyana xwe ji dest dabû. Di 1'emîn salvegera çalakiya Acar de heyeta KCD'ê û HDP'ê çûn navçeya Hezo ya Êlihe  merasima bîranînê li dar xistin. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamentera  HDP'ê Ayşe Acar Başaran, rêveberên HDP'ê yên navçe û gel dema xwestin biçin goristanê rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan destûr nedan rêveber û endamên HDP'ê û gel beşdar bibin. Tenê destûra Guven, Başaran û Bavê Umit Acar Hayrettîn Acar dan ku biçin ser goristanê. Piştî Leyla Guven, Ayşe Acar Başaran û bav Hayrettîn Acar Çûn çûn ser gorê dua xwendin, qurnefil danin ser gora Umit Acar.    Guven dema rastî astengiya polis û eskeran hat got: "Ez dizanim hûn bi xwe asteng nakin. Ferman ji were hatiye û hûn jî fermanê pêk tînin. Lê yên ev ferman dane qenciyê bi Tirkiye nakin. Xerabiya Tirkiyeyê dixwazin. Salvegera Umit Acar e. Emê biçin duayekê bixwînin û vegerin."  Guven piştî çû gora Umit ziyaret kir, li ser gora Umît jî axivî û wiha got: "Me hez dikir niha hevalê Umit sax bûya. Lê te ji bo jiyanek demokratîk û tecrîd bi dawî bibe bedena xwe feda kir. Me hez dikir ku tu li welatekî azad û demokrasît bijî. Lê mixabin Hevalê Umit berê koçber bû û çû Stenbol. Piştr koçber bû û çû Almanya. Ew çû ku ji bo jiyanek azad û demokratîk têkoşiya. Em dibêjin Hevalê Umit te çi dixwest emê şopdarê te bin. Ji bo gelê Kurd jiyanek aram bijî çi ji destê me bê em soz didin emê bidomînin. Em dibêjin tu nemiriye. Ruhê de bi mere ye."    Bavê Umit Acar Hayrettîn Acar jî li ser gora kurê xwe anî ziman ku ji bo mafên mirovan, ji bo azadiyê bedena xwe da ber agir û wiha got: "Ev pergal wê hilweşe. Belê me kurê xwe anî nehişt em çar rukhet nimêj li ser wî bikin. Belê kezeba min peritî, Lê naxwazin yên tu kesî biperite. Ne yê tu kesî bila neêşe. Ez wekî bavekî naxwazim dilê tu kesî biêşe. Ne yê esker, ne yê polîs û ne yê gerîlla bila dil û kezeba tu kesi neêşe."    Heyetê piştî li ser gorê dua xwendin û qurnefil danîn ser gora Umit Acar paşve vegeriyan.