TMMOB: Li şûna cihên kombûnê AVM û rezidans hatine çêkirin 2019-09-27 15:40:27 STENBOL – ÎKK’a TMMOB’ê ya Stenbolê bal kişand ser erdheja li Stenbolê qewimî û got: “Pirsgirêkên wek cihê kombûnê, qûtbûna telefon û xetimandina çûnehatê yên piştî erdheja Stenbolê me xistiye nava endîşeyê.”    Desteya Kordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avîsazên Tirk (TMMOB) a Stenbolê têkildarî erdheja bi pileya 5,8 li Stenbolê qewimî civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li avahiya Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) a li Taksîmê pêk hat û rêveberên odeyên girêdayî TMMOB’ê û gelek kes beşdar bûn.    ‘DIVÊ DEMILDEST TEDBÎR BÊN GIRTIN’    Sekreterê ÎKK’ê yê TMMOB’ê ya Stenbolê Cevahîr Efe Akçelîk daxuyanî da. Akçelîk got erdheja navenda wê Stenbol e duh pêk hat û li gelek bajarên Marmarayê pê hat hesandin rê li ber xeteriyekê vekir. Akçelîk da zanîn ku vê erdhejê agahiya erdehejek mezintir daye û got: “Divê di vê qonaxê de nîqaşên dê êdî li Stenbolê erdhej pek were an jî nayê dawî were û bi lezgînî tedbîr werin girtin. Lazime ji bo erdhejê amadekarî hebin. Pêwîste aktîvîteyên sîsmîk bi baldarî werin şopandin. Pirsgirêkên wek cihê kombûnê, qûtbûna telefon û xetimandina çûnehatê yên piştî erdheja Stenbolê me xistiye nava endîşeyê. Cihên vala yên kombûnê qadên taybet in. Lazime qadên kombûnê werin afirandin. Lê dema em li Stenbolê dinêrin li şûna cihên kombûnê navendên dan û sitendinê û rezidans hatine çêkirin.”    ‘KONTROLÊ NE ENDEZYAR DIKIN’    Piştî metna hat xwendin endeyzar û avahîsaz ên nûnerên odeyan nêrînên xwe yên derbarê erdhejê de anîn ziman û diyar kirin ku kontrol ji aliyê endyezaran ve nayê kirin û li şûna endezyaran kesên jê fêm nakin vê kontrolê dikin. Nûneran got dibistan ji erdhejê re ne amade ne û divê rayedar guh bidin kesên pisporê vê qadê ne.    Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.