Li Xîzanê jinek hat qetilkirin 2019-09-27 14:45:36 BEDLÎS - Li navçeya Xîzanê jina 50 salî Sîtî Dayankaç bi çekê hat qetilkirin.   Li mezreya Koçer a gundê Îndîs ê navçeya Xîzanê ya Bedlîsê, dayika 10 zarokan jina 50 salî Sîtî Dayankaç bi çekê hat kuştin. Hat diyarkirin ku Dayankaç, duh di saetên êvarê de li ber mala xwe rastî êrîşa çeka lûle dirêj hatiye û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Dayankaç bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xîzanê. Cenazeyê Dayankaç ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê.    Têkildarî sedema êrîşê tu agahî nehatin bidestxistin û têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.