Qedexeya pirtûkan a li girtîgehan şermezar kirin 2019-09-27 14:25:19   MÊRSÎN – Sazumankarê Ekîba Gorulmuştur nivîskar Adîl Okay, ji ber komîsyona girtîgehê pirtûka “Xetên ku Dîwaran Qûl dikin" nexistin girtîgehê bertekên xwe anîn ziman.   Nivîskar Adil Okay ê Sazumankarê Ekîba Gorulmuştur a ji bo piştevaniya girtîgehan ava kiriye, ji ber Komîsyona Girtîgehê pirtûka “Xetên dîwar Qul dikin" nexistin girtîgehê, bertekên xwe anîn ziman. Nivîskar Adîl Okay, li şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê Şaxa ÎHD'ê Hakki Demîr, diyar kir ku bi salan e hişmendiya qedexekar didome û wiha got: "Bi taybetî tundî, qedexe û binpêkirina mafan zêde bûye. "    Nivîskar Adil Okay, jî anî ziman ku di demên dawî de pirtûk, rojname û kovaran qedexe dikin û gelek amurên ragihandinê naxin girtîgehê. Okay, anî ziman ku li gel ev pirtûk di venêrtinê re derbas bûye jî dîsa nexistin girtîgehê. Okay, destnîşan kir ku der barê qedexeyan de serlêdana sûc kirine û ligel hemû qedexeşan wê şêwirbendiya bigirtiyan re berdewam bike.