2 jê zerok 3 ciwanên kurd ên hatin linçkirin bi giranî birîndar bûn 2019-09-27 14:14:36 TEKÎRDAG - Li Çerkeskoy, 2 jê zarok 3 ciwanên kurd ên ji aliyê komekê ve hatin linçkirin, bi giranî birîndar bûn.  Li taxa Kizilpinar a navçeya Çekezkoy a Tekirdagê, zarokê 17 salî Azad Kenan Çelîk, Samet Şahîn ê 16 salî û Cevat Şahîn ê 20 salî yên Wanî, berî 3 rojan bi îdîaya ji Sûriyeyê ne, rastî êrîşa komekê hatin û hatin lînçkirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xist, di nîqaşa di navbera du kesan rû de amûrên mîna kêran hatin bikaranîn û nîqaş piştî demekê veguherî şer. Li ser vê yekê welatî hatin cihê bûyerê. Komeke ji 15 kesan pêk tê îdîa kirin ku kesên hatin cihê bûyerê ji Sûriyeyî ne û êrîşî Azad Kenan Çelîk, Samet û Cevat Şahîn kirin. Komê her 3 ciwanên kurd bi kêran bi giranî birîndar kirin.    Ambûlansên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çerkezkoyê û sewqî beşa lezgîn hatin kirin. Ciwanên îro ji beşa lezgîn hatin derxistin, dermankirina wan dewam dike.    Hat, destnîşan kirin ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê hat vekirin de, heya niha tu kes nehatiye binçavkirin.