Koma li pêş avahiya HDP'ê rawestiyane êrîşî HDP'ê kirin 2019-09-27 13:55:11 AMED - Koma malbatên bi îdîaya "Zarokên wan şandine çiya" li pêş avahiya HDP'ê dane rûniştandin, êrîşî HDP'ê kirin. Malbatan bi kevir û şûceyên camê êrîş kirin.  Malbatên ku bi îdîaya "Zarokên wan şandine çiyê" li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê 25 rojin di kontrol û ewlehiya polîsan de tên rawestandin. Malbatên ku di bin parastina polîsan de li pêş avahiya HDP'ê tên dawestandin îro bi kevir û şûşeyên cam êrîşî avahiya HDPê kirin. Koma ku ji 20 malbatan pêk tê, hewl dan têkevin avahiya HDP'ê. Piştî hatine rawestandin, vê carê dirûşme berz kirin û bi şûşe û keviran êrîşî avahiya HDP'ê kirin.    Koma ku di kontrol û ewlehiya polîsan de li pêş avahiya HDP'ê tên rawestandin, dem dem êrîşên xwe berdewam dikin.