Li Avcilarê ji bo 258 bînayan serlêdan hat kirin 2019-09-27 13:29:08   STENBOL - Li Avcilarê, ji bo 258 binaya serî li maseya krîzê hat dayîn.   Li navçeya Avcilarê ya Stenbolê ku dijwariya erdheja ku li peravên navçeya Silîvriyê pêk hat, herî zêde lêhat hîskirin, maseya krîzê hat avakirin. Li maseya krîzê ku li bînaya "ser ajokariyê" ya Şaredariya Avcilarê hatiye avakirin, îxbar tên girtin û lîste li 18 komên cuda re tên ragihandin û li ser wan lêkolîn tên kirin.    Cîgirê Şaredarê Avcilarê Bulent Dogan têkildarî mijarê axivî û ev tişt gotin: "Heta niha 258 îxbar hatine. Me 18 kom ava kirin. Duh êvarê me beşekî venêrîn kir û yên mayî jî dê îro di venêrînê re derbas bikin. Bînayên ku xesarên micid gihîştine wan tunene. Em terkên micid ên sitûn û kêranan dinêrin. Heta nîha bînayên ku biryara hilweşandina wan hatiye dayîn tunene. Divê mînakên wan ên betonê bê girtin û bên testkirin. Piştî vê yekê dibe ku hilweşandin bê rojevê. Demên pêşiya me divê teqez veguhastina bajarî pêk were. Berê di kooperatîfê de li şûna 5 qatan 6 qat dihatin çêkirin. Divê vana bên nûkirin. Heke derfet ji welatiyan re bên peydakirin veguhestina bajarî dikare bê kirin. Di vê mijarê de kêmaniyên qanûnî û valahî hene. Şaredarî û saziyên din jî di nav de di hêla çanda xebatê de kêmanî hene. Divê van kêmaniyan di demeke nêz de bên darbaskirin."