Pîrhevokên Kampûsê li 12 bajaran wê atolyeyên parastina çewherî vekin 2019-09-27 12:02:13 ENQERE - Pîrhevokên Kampûsê, diyar kir kirin li dijî tundî û qetilkirinên jinan ên zêde dibin, pêdivî bi parastina çewherî heye û gotin ewê li 12 bajarên Tirkiyeyê atolyeyên parastina çewherî vekin.  Li gorî danayên Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Tabaxê de li tavahiya Tirkiyeyê 51 jin û li gorî nûçeyên di medyayê cih girtin de jî, ji 1’ê Îlonê û vir ve 26 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin. Di nava heftiya dawî de li Enqerê Fadîme Tekîn ji aliyê hevjînê xwe yê berî 6 salan hev berda bûn ve hat kêrkirin û bi giranîn birîndar bû. Jina bi navê Meral Gurel jî, ji aliyê hevjînê ve hat kêr kirin û kuştin.  Endama Pîrhevokên Kampûsê Hatîce Goz, diyar kir ku li dijî tundî û qetilkirinên jinan ên zêde dibin, pêdivî bi parastina çewherî heye û derbarê atolyeyên parastina çewherî yên vekin de agahî dan.    PARASTINA ÇEWHERÎ MAFEK REWAYE   Goz, anî ziman ku parastina çewherî di jiyana jinan mafek bingehîne û wiha axivî: “Ev mafek rewaye. Li dijî jinan pergaleke ku bi rêbazên cuda dixwaze hebûna xwe bide avakirin heye. Pergala hiqûqî û desthilatdar jî tim vê pergalê diparêze. Jin jî neçarin bi rêbazên xwe li dijî vê yekê derkevin. Parastina çewherî jî yek ji van rêbazen e.”   ATOLYEYÊN PARASTINA ÇEWHERÎ WÊ VEKIN    Goz, bal kişand ser atolyeyên parastina çewherî wiha bilêv kir: “Ev 4 salin atolyeyên parastina çewherî dewam dikin. Em ê di serdema nû de li 12 bajaran van atolyeyan vekin. Gelek jin serî li van atolyeyan didin. Jin xwe di hemû qadên jiyanê, di nava ewlehiyê de nabînin. Jin di van atolyeyan de xwe bihêz  dibînin. Dema min jî yekemin dersa parastina çewherî dît, min xwe wisan hîs kir. Li Enqerê dinava 2 heftiyan de emê li 2 cihên cuda atolyeyên parastina çewherî vekin.”   'EM HEMÛ DIXWAZIN BIJÎN'   Goz, dest nîşan kir ku dinava heftiyekê de li Enqerê, Antakaya û Edenê zilamên ji girtîgehan bi destûrê derketin jin qetil kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî pergala darazê pêdiviya jinan bi parastina çewherî heye. Em jin, hem di warî fîzîkî û hem jî diwarê hişmendîn de, bêhêz tên hiştin.  Îro tundî ewqas zêde bûye ku, herî zêde pêdiviya jinan bi parastina çewherî heye. Em hemû dixwazin bijîn. Emîne Bulut û jinên din dixwestin bijîn. Divê hemû jin li dijî tundiya zilam xwe bi rêxistin bikin û fêrî parastina çewherî bibin.”