Pereyê merasîma şatafatî ji şaredariyê hat dayîn gelo? 2019-09-27 11:04:53   AMED – Hat angaştkirin ku qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu yê Waliyê Amedê merasîma xatirxwestinê ya şatafatî ya Midurê Emniyeta Amedê Tacettîn Aslan ê tayînî Bursayê hatiye kirin ji butçeya şaredariyê daye.   Midurê Emniyeta Amedê Tacettîn Aslan tayînî Bursayê hat kirin. Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu yê wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, ji bo Aslan merasîmek şatafatî ya xatirxwestinê li dar xist. Qeyûm Guzeloglu û rayedarên saziyê dewletê beşdarî merasîmê bûn. Merasîma ji aliyê qeyûm ve hat lidarxistin li Amedê rê li ber nîqaşan vekir. Walîtiyê vê merasîmê di hesabê xwe yê twîtterê de parve kir. Hat angaştkirin butçeya vê merasîma şatafatî ji şaredariyê hatiye dayîn.