Li Çînê beşa zimanê kurdî tê vekirin 2019-09-27 09:52:02 NAVENDA NÛÇEYAN - Konsolosê Çînê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nî Rûchî diyar kir ku amadekarî dikin ku li zanîngeheke mezin a Çînê "Beşa Zimanê Kurdî" vekin.   Komara Gel a Çînê ku di salên dawîn de têkiliyên xwe yên bi kurdan re bi pêş xist û li Herêma Federe ya Kurdistanê kosolxane vekir, ji bo zimanê kurdî gaveke girîng davêje. Li zanîngeheke mezin a Komara Gel a Çînê  "Beşa Zimanê Kurdî" tê vekirin. Konsolosê Çînê yê Herêma Federe ya Kurdistanê Nî Rûchî ku sal û nîvekî ye li Hewlerê kar û barên fermî yên Komara Gel a Çînê dimeşîne têkildarî mijarê axivî û ev agahî da: "Di meha pêşiya me de em ê li Zanîngeha Salahaddînê "Beşa Zimanê Çînî" vekin. Piştî vê yekê em ê li zanîngeheke mezin a Çînê jî "Beşa Zimanê Kurdî" vekin."