Wê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney di 2020'an de bê çêkirin 2019-09-27 09:18:25 ÊLIH - Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, di pêvajoya hilbijartinê de soz dabûn ku gava ew bên hilbijartin ew ê Sînemaya Yilmaz Guney çê bikin. Lê belê ji ber kêmbûna budçeya şaredariyê, wê avahiya sînemayê di sala 2020'î de bê çêkirin. Di sala 2016'an de gava qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatibû kirin, deriyê Sînemaya Yilmaz Guney hatibû qefilandin. Her wiha di 30'yê Çileya 2017'an de hatibû derpêşkirin ku ji ber kontaka ceryanê agir bi sînemayê ketiye û piştî agir bi sînemayê ket avahiya sînemayê hatibû rûhandin.    Lê belê di pêvajoya hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de namzetên HDP'ê yên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, soz dabûn ku ger bên hilbijartin ew ê avahiya Sînemaya Yilmaz Guney çê bikin. Di ser hilbijartinê re 6 meh derbas bûn, lê belê hîn jî hevşaredaran soza xwe bi cih neaniye. Hat hînbûn ku wê avahiya sînemayê di sala 2020'an de bê çêkirin.    Piştî hilbijartinê hatibû gotin ku wê cihê sînemayê biguher, lê belê gel bertek nîşan dabû û dixwaze sînema li cihê berê bê çêkirin. Cîgirê Hevşaredariya Êlihê Nevzat Nemcîk, anî ziman ku ji bo sînemayê ew projeyeke nû amade dikin û wê di dawiya salê de jî îhaleya wê bê çêkirin. Nemcîk, da zanîn ku wê piştî îhaleyê sînema di nav 200 rojî de bê çêkirin û got: "Budçeya şaredariyê di 3 mehêne ewil ên salê de hatibû qedandin. Me ji bo budçeya 2020'an jî plansaziya xwe kiriye. Armanca me ya ewil em eywana sînemayê çê bikin."    MA / Metin Yoksu