'Em cenazeyên xwe di romorka traktorê de dibin goristanê' 2019-09-27 09:17:48 AMED - Şaredariya Gêlê, her çend budçeya wê tune ye jî xizmetê dike û rêya hin gundan ji nû ve çêkir. Hevşaredar Mûstafa Akkûl, diyar kir ku ew cenazeyan di romorka traktorê de dibin û vedişêrin û got: "Me ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê wesayît xwestin, lê belê neda."  Şaredariya Gêlê ya Amedê ku di sala 2016'an de qeyûm tayînî wê hatibû kirin û di hilbijartina 31'ê Adarê de careke din ket destê HDP'ê, di şert û mercên zehmet de karê xwe dike. Hevşaredar Mûstafa Akkûl û Gulîstan Ensarîoglû, bal kişandin ser xizmetên şaredariyê û pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin.    Hevşaredar Akkûl, anî ziman ku gava wan şaredarî ji dest qeyûm derxistiye nêzî 3 milyon deynê şaredariyê hebûye û got: "Hêjayî gotinê ye, hema bêje me avahiyek vikîvala dewr girt. Komputera me tune bû, xebatkarên me kêm bûn. Berê di bin navê ÎŞKÛR'ê de personel dihatin girtin. Lê belê gava em hatin ser kar ÎŞKÛR'ê personel endan me." Akkûl, diyar kir ku berê ji bo restorasyona dikanên li nav navçeyê û devera ku jê re dibêjin Keleh projeyek hatiye çêkirin û got: "Em ji projeya ji bo Kelehê re dibêjin, projeyeke icûbe. Ji bo van deran proje hatiye çêkirin. Fatûreyên wan nehatine çêkirin lê belê di cî de hatine sekinandin. Niha em nikarin ji bo projeyan pereyan bidin. Em nikarin teserifê bikin."    'ME RÊYÊN GUNDAN ÇÊ KIR'    Akkûl, diyar kir ku piraniya dahata wan ji bo meaşê xebatkarên û deynan çûye, lê belê her çend budçeya wan tune be jî wan rêyeke 3 kîlometreyî ya di navbera Taxa Meşeler û mezrika Karataşê de û rêyeke 3 kîlometre û nîv a di navbera taxa Goçerlî û Doşemeyê de çê kiriye. Her wiha Akkûl, da zanîn ku di nêz de ew ê rêya Taxa Sarmaşik, Taxa Kalecîkê û rêya Kume Evlerî çê bikin. Akkûlû, diyar kir ku ew ê îsal jî mûcurê bireşînin ser rêyan.    Akkûl, da zanîn ku derbarê Goristana Nebî Helak û Goristana Gundê Akalinê de hin projeyên wan hene ûg ot: "Gava hûn diçin goristanê cihekî ku hûn cenaze lê deynin tuneye. Lawabo tuneye. Du projeyên me hene. Em ê li her du goristanan hem ji bo jina hem jî ji bo mêra lawaboyan çê bikin. Her wiha em ê mescîdê û kaniyan jî çê bikin. Me ev daye ber îhaleyê."    'EM CENAZEYAN DI ROMORKÊ DE DIBIN'    Akkûl, destnîşan kir ku di dema Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de kuq eyûm tayînî şûna wî hat kirin bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemane. Akkûlû, anî ziman ku wan piştî qeyûm hatiye tayînkirin ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê doza wesayîtên ji bo cenazeyan kiriye, lê belê daxwaza wan hatiye redkirin û got: "Ji ber budçeya me tune ye em nikarin bikirin. Lê daxwaza me hat redkirin. Mixabin em niha cenazeyên xwe di romorka traktoran de dibin."    Akkûl, destnîşan kir ku pêdviya wan bi personelan heye û wan ji bo vê serî li Wezareta Karên Navxweyî daye û got: "Ji bo 'lêpirsîna ewlehiyê' 4 meh in me serî lê daye. Lê belê serlêdana me bi tu awayî nehatiye bersivandin. Ev ji bo me astengî ye. Pêdiviya me bi personelan heye."    Her wiha Akkûl, diyar kir ku budçeya wan tune ye, lê belê pêdiviyên navçeyê hene û got: "Gêl, navçeyeke turîzmê ye. Em çûn bajarê Toledo yê Spanyayê. Di warê erdnîgarî de Gêl ji vî bajarî xweştir e. Mirov li Toledoyê veberhênanî kirine û xweşik kirine. Lê belê bifikirin li vê navçeyê tesîseke hewandinê jît une ye. Bduçeya şaredariya me tune ye. Donimek erdê şaredariyê heye. Bila kardêrek bê, em ji bo tesîsê bidin wî/ê."    'EM Ê BIXEBITIN'    Akkul, diyar kir ku li têketina bajêr qadeke aîdî xezîneyê heye û got: "Em difikirin ku li vira parkekê çê bikin. Me serlêdan kir. Eger tahsîsî me bikin em ê parkeke 6 donimî çê bikin." Akkûl, destnîşan kir ku budçeya şaredariyê tune ye û pêdiviya wê bi personelan heye, lê dîsa jî ew ê bixebitin.    MA / Mehmet Şah Oruç