Dozger got, 'teserifa îdareyê ye' û serlêdana ji bo binpêkirina mafan red kir 2019-09-27 09:15:08 HATAY - Cebraîl Ancar ku di Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê de ye, ji ber binpêkirinên mafan bi rêya ÎHD'ê serî li dozgeriyê dabû, lê belê dozgeriyê derbarê serlêdana wî de biryara neşopandinê da. Her wiha ji bo betalkirina biryarê jî serî li Dadgeriya Cezayê Sulhê hatibû dayîn, lê belê dadgeriyê jî îtiraz red kir. Parêzer Mehtap Sert, got ew ê serî li AYM'ê bidin.  Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, Cebraîl Ancar ê di hucreya yekkesî de, ji ber jimariya li ser piyan, şidetê û ji ber radyo û nameyên wî hatine desteserkirin bi rêya Nûnertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Çûkûrovayê gilî kiribû. Lê belê derbarê serlêdana Ancar de bi hinceta "teserifa îdareyê' biryara neşopandinê hat dayîn. Ji bo vê Ancar bi rêya parêzera xwe serî li Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îskenderûnê da û îtiraz kir. Dadgehê di 18'ê Îlonê de biryar da û derpêş kir ku tu bêqanûniyeke di biryara dozgeriyê de tune ye û îtiraza Ancar red kir. Parêzera Ancar Mehtap Sert, anî ziman ku ew ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin.    Parêzer Sert, got: "Di vê serlêdanê de xwestiye radyoya wî bidin wî, sînrodarkirina ji bo pirtûkan ji holê bê rakirin û jimariya li ser piyan pêk neyê. Her wiha ji ber şideta ku garidyanan lê kiriye jî bi rêya Nûnertiya Komeleya Mafên mirovan serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê daye û gilî kiriye."    'DÛRÎ AQILA YE'    Sert, diyar kir ku lê belê dozgeriyê bêyî ku derbarê berpirsiyaran de dozê bide destpêkirin, derbarê serlêdanê de biryara neşopandiyê daye û got: "Me îtiraz kir, lê belê dadgeriyê doz girt. Em ê serî li AYM'ê bidin. Çimkî li odeyeke ku tenê kesek dimîne ferzkirina jimariya li ser piyan derî rûmeta mirovahiyê ye. Îşkence ye. Dûrî aqila ye. Kesekî ku tevahiay rojê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye, radyoya wî hatiye desteserkirin. Tiştekî dûrî aqila ye."    MA / Hamdullah Kesen