Li warê keleman cotkar hew dikarin çotkariyê bikin 2019-09-27 09:12:31 WAN - Li Erdîş ku warê keleman ê herêmê bû, niha ji ber krîza aborî, bihabûna fiyetên mazot û gubreyê welatî nikarin erdê xwe biçînin. Cotkar Şahabettîn Işik, bi lêv kir ku li navçeyê ji sedî 80'ê cotkaran hew vî karî dikin.  Krîza aborî ya li Tirkiyeyê kiriye ku êdî cotkar nikaribin çandiniyê bikin. Li Erdîş a Wanê ku warê keleman ê herêmê ye, ji ber krîza aborî cotkra hew dikarin çandiniyê bikin. Cotkaran bal kişand ser bihabûna fiyetên mazot û gubre û mesrefan.    'TIŞTEK DI DEST ME DE NAMÎNE'    Şahabettîn Işik (45) ku li Taxa Yekmalê 10 donim kelem çandiye, bilêv kir ku ji ber krîza aborî wisa xuyaye wê tiştek di dest wî de nemîne. Işik, anî ziman ku dewletk destekê nade cotkaran û ger wisa bidome ew ê nikaribin çandiniyê bikin.    80 JI SEDÎ COTKAR HEW KELEMAN DIÇÎNIN    Işik, destnîşan kir ku par wn kîsê gubre bi 60 lîreyî dikirî, lê belê îsal bûye 170 lîre ûg ot: "Her wiha mazot. Pir biha bûye. Ji ber ku em vî karî dikin em ne poşman in, lê ev krîza aborî kiriye ku em nikaribin cotkariyê bikin. Îsal bi dehan cotkar dev ji vî karî berdan. Li vê herêmê her kes cotkariyê dike, lê ji ber krîzê êdî kes nikare bike. Em gubre ji kooperatîfê nakirin, çimkî pir biha ye. Îsal me gubre ji bazirganan û mazot jî ji petrolê bi deyn kirî. Îhjar em van keleman bifiroşin em bi pereyê wan nan bibin mala xwe an jî em deynê xwe bidin? Hema ji we re rast bibêjim, li Erdîşê 80 ji sedî cotkaran dev jî vî karî berdaye. Ên mayî jî ji mecbûrî vî karî dikin."    Işik, anî ziman ku ji ber pirsgirêkên di ber de wan ji Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeyê doza endezyaran kiriye, lê belê kes bi wan re eleqedar nebûue ûg ot: "Hema bêje rojekê jî me nedîtiye dewletê hatiye û guh daye cotkaran. Em ji emcbûrî gazî endezyarên taybet dikin. Ev jî ji bo me mesrefek din e. Ez ji zarokên xwe re dibêjim hûn çi karî dikin bikin, lê cotkariyê nekin! Ez 45 salî me, lê heta niha min tu fêdeyeke cotkariyê nedîtiye."