Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê kirin 2019-09-26 17:09:07 HATAY - Girtiyê nexweş Sidik Guler (80) ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tedawiya wî hatibû astengkirin, ji bo girtina raporê sewqî nexweşxaneyeke bi teşekil kirin. Girtiyê nexweş Sidik Guler (80) ku li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê tedawiya wî hatibû astengkirin, dayîna dermanên wî yên dil dest pê kirin û ji bo girtina raporê sewqî nexweşxaneyeke bi teşekil kirin. Guler bi rêya Endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê Parêzer Mehtap Sert, têkildarî rewşa xwe ev agahî dabûn ajansa me: "Di 26 salên xwe yên girtî de li 9 girtîgehan geriyam. Bi min re kurekî min jî girtî ye. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê min li Girtîgeha Dîlokê serî li ÎHD'ê da. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Îskenderûnê hatim kirin. Nexweşiyên min ên tansiyon, şekir û bayê hene. 2 caran anjiyo bûme. Tedawiya min nayê kirin û min sewqî nexweşxaneyê nakin. Li dosya min dinêrin û tedawiya asteng dikin. Bi tena serê xwe nikarim jiyana xwe bidomînim. Ciwanên li kogûşê alîkariya min dikin."   Parêzer Guler îro careke din çû girtîgehê û bi girtiyê nexweş Sert re hevdîtin kir û ev tişt got: "Weke komîsyona ÎHD'ê em cara duyemîn çû girtîgehê û bi Sidik Guler hevdîtin pêk anî. Bi saya serlêdana me û hêza çapameniyêêdî dest bi dayîna dermanên dil ên Guler kirine. Weke tê zanîn dema ku Guler derdiket revîrê û dermanan daxwaz dikir, merhema ku tu eleqeya xwe bi êşa wî re tunebû didanê. Em hînbûn ku cihê personelê ku dema sewqa nexweşxaneyê ji bijîjkan re gotibû ku ev 'terorîst' e, hatiye guhertin û di vê mijarê de hatiye hişyarkirin. Her wiha Guler sewqî nexweşxaneya dewletê ya bi teşekil hatiye kirin û rapora ku dikare li girtîgehê bimîne nemîne girtiye. Lê nexweşxaneyê hê raporê ki Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê re ranegihandiye. Li ser serlêdana ÎHD'ê û hêza çapemeniyê ji hin binpêkirinan re çareserî hatiye dîtin."