Serokê Giştî yê Kizilayê: Nekevin bînayên bi xesar 2019-09-26 15:19:56     NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê Kizilayê Kerem Kinik têkildarî erdheja ku bi pîleya 5.8'an pêk hat daxuyanî da û bang li stenboliyan kir ku nekevim bînayên bi xesar. Ji ber erdhejê dibistinanên li bajar jî ji bo reojekê ketin betlaneyê.    Li Stenbolê saet di 13.59'an de bi pîleya 5.8'an erdhej pêk hat. Piştî vê erdhejê erdhejeke paşing bi pîleya 4.0'an pêk hat. Serokê Giştî yê Kizilayê Kerem Kinik têkildarî erdhejê daxuyanî da û hin hişyariyan li stenboliyan kir. Kinik diyar kir ku divê stenbolî nekevin bînayên ku di wan de xesar pêk hatine û wiha got: " Malên ku dîwar û sitûnên wan terikîne jî divê ji rayedaran re bên ragihandin. Bînayên ku beriya erdheja sala 1999'an hatine çêkirin ji ber ku ne li gorî rojanebûnê erdhejê ne û bînayên kevn hene gumana hilweşandinê heye."    Ji ber erdhejê minareya Mizgefta Navendî ya Avcilarê ya navçeya Avcilarê hilweşiya. Şaredarê Avcilarê Tûran Hançerlî ragihand ku li Avcilarê welatiyek xwe ji pacê avêtiye û piyê xwe şikandiye.    Her wiha ji ber erdhejê li Stenbolê dibistan ji bo rojeke ketine betlanê.