Biryara girtina Yuksekdag û Demirtaş îtîraz kirin: 5 salin îfadeya wan nehatiye girtin 2019-09-26 15:15:12 ENQERE - Parêzerên Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş, biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş îtîraz kirin. Parêzeran diyar kirin ku doza wan 5 salin didome, lê heta niha îfadeya wan nehatiye girtin." Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di 20'ê îlonê de, der barê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de xwest di çarçoveya "Bûyerên 6-7'ê Cotmehê" de ji nûve bên girtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê hevserokên HDP'ê de ji nû ve lêpirsîn dan destpêkirin. Serdozger bi lez û bez der barê hevserokan de xwest biryara girtinê bê dayîn. Li ser vê yekê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê biryara girtinê da. Parêzerên Yuksekdag û Demîrtaş biryara dadgehê îtîraz kir. Parêzeran serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê da û diyar kirin ku biryar li dijî usûlê ye. Parêzeran di daxwaznameyê de anîn ziman ku 5 salin muwekilê wan îfade nedane û muwekilê wan tu carî wekî kesên gumanbar û şikdar nebûne. Parêzeran, da zanînku biryara girtina muwekilê wan raste rast ji aliyê îktîdara siyasî ve hatiye plankirin û biryarek siyasî ye. Parêzeran destnişan kir ku serdozgeriyê û Dadgeha Ceza ya Sulhê li dijî hiqûqê tev geriya ne. Parêzeran bibîr xist ku 5 salin lêpirsîna wan didome, lê heta niha carekê jî îfade yan a têkildarî van lêpirsînan nehatiye girtin. Parêzeran bilêv kir ku ev nîşan dide biryar siyasî ye û li dijî hiqûqê ye.      MA / Berivan Altan