Li pêşiya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê: Tenê ji bo jêbirina twîtê daketin xwarê 2019-09-26 14:31:00   ENQERE - Celal Karadogan ku ji bo temamkirina navenda berastangan û careke din peydakirina sotemeniya wesayîtên berastengan li ber CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê daye destpêkirin, diyar kir ku CHP'î tenê ji bo jêbirina twîta ku avêtiye hatine xwarê.    Çalakiya greva birçîbûnê ku Celal Karadogan û Ramazan Acûn ji bo temamkirina navenda berastangan û careke din peydakirina sotemeniya wesayîtên berastengan li ber Navenda Giştî ya CHP'ê çalakiya greva birçîbûnê dane destpêkirin, di roja 6'emîn de didome. Berastenga Karadogan diyar kir ku ji roja ku çalakî dane destpêkirin heta niha tu hevdîtin bi wan re nekiriye û wiha got: "Rayedarên CHP'ê tenê ji paceyan me dişopînin û ji bo hevdîtinê tu kes ji wan danekeve xwarê. Tenê ji bo jêbirina twîta me ya têkildarî binçavkirinê, ser şêwirmendê Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû, Denîz Demîr daketiye xwarê. Ji me xwest ku em twîta xwe jê bibin û careke din daket jorê."   TU ENCAM NAGIRIN   Di berdewamê de Karadogan da zanîn ku dema xwestine ji bo hevdîtina bi rayedarên CHP'ê re xwestine bikevin hundirê navenda CHP'ê gengeşî derketiye û wiha got: "Me binçav kirin û birin qereqola polisan a 10'ê Nîsanê. Paşê CHP'ê ji bo giliya xwe paşve bikişîne telefon kir. Me li Edeneyê jî çend hevdîtinan kir û lê tu encam negirt. Ji ber vê yekê em hatine Enqereyê. Îro 6 roj in em li vir jî muxataban nabînin. Bersiva ku didin dibêjin hûn AKP'î ne. Li şûna ku neheqiyê qebûl bikin, me bi nêzikbûna dewletê gumanbar dikin."   'BILA KARALAR SOZÊ XWE BI CIH BÎNE'   Ramazan Acûn jî ev tişt got: "Di roja 3'emîn a çalakiyê de min rakirin nexweşxaneyê. Çawa ku tabûrcî bûm vegeriyam cihê çalakiyê. Heta dawiyê ez ê li virê bim. Heta ku em mafê xwe negirin dê venegerin. Şaredarê Edeneyê Zeydan Karalar sozê temamkirina tesîsê dabû me. Bila sozê xwe bi cih bîne."