Nobeta Demokrasiyê li Derikê dewam kir: Em ê serî netewînin 2019-09-26 13:58:28 MERDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qayûm a li Mêrdînê hat lidarxistin de axivî û got: “Emê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.”  Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hat destpêkirin, di roja 39’an de li navçeya Derik a Mêrdînê dewam kir. Çalakiya nobetê ya dibin dorpêça polîsan de dest pê kir, bi bezkirina tilîlî û gotina stranan dewam kir.    'EMÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’   Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, daxuyaniya nivîskî ya derbarê danişîna Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag a sibe bê dîtin de, hatibû amadekirin xwend û wiha got: “Ev li dijî siyasetmedarên Kurd, şoreşger û beşên mûxalifî peyama berfirehkirina zextane û me ev peyam girt. Em jin jî, me vê peyama desthilatdariya serdest a zilam girt. Emê li dijî vê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Evê bibe sedema mezinkirina têkoşîna hevpar û piştevahiya jinê.”    ’39 ROJIN VÎNA GEL TÊ XESPKIRIN’   Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam TAşçier dûre axivî û wiha bilêv kir: “Ev 39 rojin vîna gelê Kurd tê xespkirin. Bi tayînkirina qeyûman pirsgirêkên cîdî derketine holê. Berî 3 salan jî li ser vê axê qeyûm hebûn. Îro dîsa bi biryara Wezîrê Karê Hûndir qeyûm tayîn krin. Şaredariyên me yên deynê wan tunebû, qeyûman dibin deynan de hiştin. Emê tim di feraseta welatekê demokratîk de bi israr bin. Em ê tu caran qeyûman qebûl nekin û emê heya dawiyê têbikoşin. Emê serî netewîn in.”     Daxuyanî û çalakî bi lêxistina çepikan û berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Zext wê nekarin me têk bibin” bi dawî bû.