Nobeta Demokrasiyê li Wanê di roja 39'an de berdewam kir 2019-09-26 13:46:24 WAN - Çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman, li Wanê di roja 39'an de berdewam kir.    Wezîrê Karên Hundir di 19'ê Tebaxê de, qeyûm tayînî şaredariyên bajarên Wan, Amed û Mêrdînê kiribûn. Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayinkirina qeyûman a li Wanê di roja 39'an de berdewam kir. Nobeta Demokrasiyê îro jî bi tilîlî û bi çepikan dewam kir. Parlamenterên HDP'ê Murat Sarisaç, Mensur Işik, Berdan Ozturk, Nûran Îmîr, Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên Wanê yên ku dewsa wan qeyûm hatin tayinkirin, Bedia Ozgokçe û Mustafa Avci, Hevserokên navçeyan, Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî nobeta demokrasiyê ya li ber Avahiya HDP'ê ya Navçeya Îpekyoluyê bûn.  Komê di çalakiyê de pankarta "Ne îradeya qeyûm, îradeya gel" hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk axivî. Berdan diyar kir ku AKP bi kaos û şer xwe xwedî dike û têkoşîna wan a li dijî polîtikayên şer ew ê dewam bike.    Piştî axaftinan welatiyên ku dest bi nobeta rûniştinê kirin dirûşmên "Hevserokatî xeta me ya mor e","Em ê serî hildin û bi ser bikevin"Jin Jiyan Azadî" berz kirin.    Çalakiya rûniştinê bi stran, tilîlî û çepikan bi dawî bû.