Danişîna Erkul ve Kerem hat dîtin: Qeydên şaş ji dosyayê re hatiye şandin 2019-09-26 12:44:17 STENBOL - Danişîna Bariş Kerem û Oguzhan Erkul ên ji aliyê polîsan ve hatin kuştin hat dîtin. Derket holê ku qeydên şaş ên vîdeo û deng jî ji bo dosyeyê hatine şandin û hatine dest girtin.  6’emîn danişîna doza darizandina bersûcên Bariş Kerem û Oguzhan Erkûl ên li Taxa Gazî ya navçeya Sultangazî ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatin kuştin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Bersûc beşdarî danişînê nebûn. Parêzer û xizmên Kerem û Erkûl, doz şopandin. Piştî tespîtên nasnameyan danişînê dest pê kir.   ‘DÎMENÊN ŞAŞ ANÎBÛN’   Xizmên Kerem û Erkul dest pê kê parastin kirin û xwestin bersûc bên cezakirin. Dûre parêzerê Kerem û Erkûl Meral Hanbayat, parastin kir. Hanbayat, diyar kir ku deng û dîmenên rapora pispor a di dosyeyê de cih digire şaşin û wiha got: “Bûyer di sala 2017’an de hat jiyîn, lê deng û dîmenên ji bo dosyayê hatine, aîdê sala 2018’an e. Em dixwazin ku dadgeh ji bo Saziya Tipa Edlî (ATK) nivîs binivîse û daxwaza sererastkirina vê şaşiyê bike. Piştî ev kêmasî bê sererast kirin, emê  derbarê esas de parastinê bikin.”    DANIŞÎN TALOQ KIRIN    Şandeya dadgehê piştî parastinan, daxwaza parêzeran qebûl kir, xwest ji bo ATK’ê nivîs bê nivîsandin û danişîn taloqî 13’ê Sibata 2020’an kir.