Parêzerê Yuksekdag: Bêyî parastin biqede muteala xwest 2019-09-26 10:52:51   ENQERE - Parêzerê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Figen Yuksekdag, Veysî Eksî, diyar kir ku heyeta dadgehê dixwaze bi lez û bez dosyaya Yuksekdag bigire û bêyî parastina Yuksekdag bi dawî bibe xwest ku dozger muteala bide.      15'emîn danişîna doza Hevseroka Gişti ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya berê Fîgen Yuksekdag ku ji komkirina 7 fezlekeyên cuda pêk tê, wê sibê li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Dozger bi îdîaya Yuksekdag “rêvebera rêxistinê", “Propaganda rêxistinê kiriye", “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan muxalefet kiriye", “Gel li hev sor kirine" û “Li sûc sor kirine" doz vekiriye. Danişîna Yuksekdag wê sibê saet di 10.00'an de li Kampusa Girtîgeha Sincanê bê dîtin. Yuksekdag wê bi xwe tev li danişînê bibe. Dozger ji 30 salan heta 83 salan ji Yuksekdag ceza dixwaze. Der barê Yuksekdag de 92 rûpel dosya amade kiriye. Dozger der barê Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de têkildarî buyerên 6- 8'ê Cotmehê yên bûyerê Kobanê dîsa lêpirsîn dabû destpêkirin. Dadgehê bi îdîaya "Yekîtiya dewletê xera kiriye" û "Ji bo ser sûcekî bigire rê li pêş kuştinê vekiriye" û "Bi rêya hîleyan kes ji huriyeta wî dûr xistine" biryara girtina wan dan.    JI BO YUKSEKDAG BERNEDIN DESTEKÎ VEŞARTÎ KET NAVA TEVGERÊ    Parezerê Yuksekdag Veysi Eskî, diyar kir ku dê danişîna Yuksekdag sibê bê dîtin û wiha got: “Wê di vê danişînê de sedema girtina muwekîla me ji holê rabûya. Dîsa biryara berdana Brêz Demirtaş wê ji bo muvekkîla me Brêz Yuksekdag jî derbasdar bûya. Tam di vê kêliyê de ji bo berdana Brêz Demirtaş asteng birkin û biryara berdana muvekkila me asteng bikin destekî veşartî ket nava tevgerê. Der barê herdu hevserokên me de ji dosya ku muwekîlên me ne gumanbar in de dosya vekirin û biryara girtina  wan dan. Bi vê yekê rê li pêş berdana wan girtin."     Eskî, anî ziman ku dema dozger sûcdarî anîn ziman, Birêz Yuksekdag, di dosya li Dadgeha 16'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, feslekeya 8’emîn têkildarî heman sucdariyan bû. Dozger ev yek hem ji me û hem ji Birêz Yuksekdag re parve kir. Birêz dozger diyar kir ku fezlekede ya navbarî ne sucdariya TCK 302'an e û wê di vê mijarê de îfadeyê bistîne. Ji bo parastina ji xala 302’an demek din xwestibû. Beyî ku dozger der barê demê de biryar bide, du hevserok sewqî girtinê kirin. Dadger bêyî rewşê li ber çavan bigire der barê herdu Hevserokan de biryara girtinê daye. Demek dirêj e li dijî Kurdan û hêzên muxalif hiqûqa zeya ya normal nakeve meriyetê. Ev hiqûq, hiqûqa cezayê dijminantiyê ye.   Eskî, herî dawî anî ziman ku heyeta dadgehê bêyî ku parastin bi dawî bibe ji dozger xwestiye ku mutaala amade bike û wiha got: "Di vê dozyaya ku gelek fesleke kirine yek, bêyî parastin bi dawî bibe wê doz bi dawî bibe. Beyî parastin bi dawî bibe wê mutalaa bê amadekirin.    MA / Berîvan Altan