Agahiya avahiya MHP’ê hat gulebarankirin derew derket 2019-09-26 10:31:34 ŞIRNEX - Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin, ragihandibû ku Avahiya wan a Şirnexê hat gule barankirin, lê dûre derket holê ku ev agahî ne rast û derew derket. Hat diyar kirin ku ji ber dengê dûkêlê ku ji motora wesayîtekê derketiye, hatiye gotin ku “avahiya me hatiye gulebarankirin.”    Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê Semîh Yalçin duh bi şev li ser hesabê xwe yê twîtterê, ragihandibû ku avahiya partiya wan hat gulebarankirin. Yalçin di vê parvekirina xwe de, ev bûyer bi bûyera êrîşa bombeyî ya li dijî wesayîta polîsan a Edenê pêk hat ve girê dabû û ev yek weke provokasyonê bi nav kiribû.    Polîsan jî li ser vê yekê di saetên şevê avahiya MHP’ê dor pêç kirin. Lê piştî demek kurt derket holê ku tu bûyerek wiha pêk nehatiye û avahî nehatiye gulebarankirin. Hin xebatkarên Rêxistina MHP’ê ya Şirnexê, li ser hesabên xwe yên civakî ragihan din ku ji ber dengê dûkêla ku ji motora wesayîtekê derketiye, wisan hatiye gotin. Xebatkaran, dan zanîn ku ev yek di qeydên kamerayan de jî hatiye zelal kirin.