KCD: Biryara doza KCK'ê nîjadî û polîtîk e 2019-09-26 10:31:02 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) erêkirina cezayên siyasetmedarên kurd bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir û ragihand ku biryar doza KCK'ê nîjadî, dijminane, wêdekirin, bîrdozî û polîtîk e. Dadgeha Bilind, beriya çend rojan cezayên ku di doza KCK’ê de li siyasetmedarên kurd hatibûn birîn nirxand û parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Mûsa Farisogullari û Leyla Guven jî di nav de cezayê gelek siyasetmedarên kurd erê kir. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û erêkirina cezayên siyasetmedarên kurd şermezar kir.   COTSTANDARTÎ PÊK ANÎN   KCD’ê bi bîr xist ku doza KCK’ê piştî darizandina deh salan bi encam bûye û wiha got: “Bi awayekî yekser di raporên ku ji hêla Serokkomariyê ve hatin amadekirin de hat diyarkirin ku ev kumpas operasyona FETO’yê ye û di dîroka hiqûqa qada Navnetewî de bûye lekeyek reş. Dozên Ergenekon û Balyozê ji ber van sedeman bi serbestberdanê encam bûn û hatin xistin, lê mixabin li hemberî doza KCK’ê ya berhemê heman kumpasê bû cotstandartî pêk hat.”   BIRYAR NENASKIRINA HIQÛQÊ YE   KCD’ê da zanîn ku Dadgeha Bilind bi biryara xwe xwedî li qirkirina siyasî ya ku ji aliyê tifaqa faşizan ya AKP-MHP’ê ve li dijî kurdan tê pêşxistin derketiye û cezayan erê kiriye û ev tişt got: “Tifaqa Faşîst ya AKP-MHP bi giştî siyaseta demokratik û bi taybetî jî armanc kiriye ku siyaseta kurd a demokratîk tasviye bike û ev yek bi sepandin û polîtîkayan di şexsê doza KCK’ê de hatine kûrkirin. ‘Biryara’ Doza KCK’ê îfadekirina nasnekirine zagon û hiqûqê ye.”   ARMANC FETISANDINA SIYASETA DEMOKRATÎK E   Di berdewamê de KCD’ê destnîşan kir ku biryar biryareke nîjadî, dijminane, wêdekirin, bîrdozî û polîtîk e û ev tişt anîn ziman: “Bi vê biryarê, hevseroka me Leyla Guven û Endamê Dîwana Hevserokatiya me Mûsa Farisogûllari jî di nav de di şexsê şexsê sedan siyasetmedarên kurd de, armanca fetisandina siyaseta demokratîk û muxalefetê hatiye kirin ku ev biryar qesta li dijî gelên Tirkiye, demokrasî, hiquqa gerdûnî û bi taybetî li dijî yekîtî û biratiya gelên me ye.”   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYΠ   KCD’ê di daxuyaniya xwe de bang li Parlementoya Ewropa, Konseya Ewropa, Yekîtiya Netewî û saziyên netewî û navnetewî yên hiqûqê kir û xwest ku li hemberî vê biryarê, li nirxên hiqûqa gerdûnî û edaletê xwedî derkevin û piştgiriya siyaseta Demokratîk a Kurd bikin. KCD’ê her wiha ji gelê kurd, gelên Tirkiye’yê û saziyên demokratîk ên siyasetê jî kir xwest ku li dijî vê biryarê helwesta xwe nîşan bidin.