6 kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2019-09-26 09:45:25   STENBOL - Her 6 kesên ku duh di çalakiya "Nobeta Demokrasiyê" de hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh, li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, li Qada Bajar a Komarê ya navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê çalakiya "Nobeta Demokrasiyê" hat lidarxistin. Polisan mudaxaleyî çalakiyê kiribû û 6 kesan binçav kiribûn û ew biribûn Miduriyeta Polisan a Navçeyê. Piştî îfade dayîna xwe her şeş kes jî hatin berdan.