Civaknas Sustam: Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê nasnake heye 2019-09-26 09:44:26 AMED – Akademîsyen û civaknas Engin Sustam, bal kişand ser kuştinên bi maşîneyên zirxî yên li herêmê û wiha got: "Sûcê li ser navê dewletê tê kirin nayê dîtin. Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê qet nasnake heye. Li vir ser sûc tê girtin."    Li herêmê di nava 10 salên dawî de polîs û eskeran bi maşîneyên zirxî 16 jê zarok 36 kes kuştin. Li gorî daneyên mafên mirovan tenê li Kurdistanê di nava 10 salan de 16 jê zarok 36  kes bi maşîneyên zirxî qetil kirin. Herî dawî li Amedê polîsan bi maşîneya zirxî  zarokê 6 salî Efe Tektekin kuştin. Li Dersimê jî polîsan bi maşîna zirxî ciwanê 22 salî Oktay Er kuştin. Akademîsyen û civaknas Engin Sustam ku li 8 zanîngehên Parîsa Fransayê dersê dide, diyar kir ku sedema van bûyeran şerê li bajarê Kurdan e û wiha got: "Gelek sedemên van bûyerên li bajarên Kurdan heye. Li herêmê venêrtinek nû û mekanizmayake nû ya tundiyê dixin meriyetê. Dema mijar dibe Kurd dewlet hem feraseta faşizmê dixe meriyetê hem jî nijadperestiyê dixe meriyetê û hikûqa mêtîngeriyê pêş dixe.    ‘ZAGONA OHALÊ YE'    Sustam, destnîşan kir ku zêdebûna kuştinên li axa Kurdan ne tenê bi tundiya polîs û eskeran ve bi sînor e û wiha got: "Hem nêzikatiya darazê û hem jî pergala OHAL'ê ku bê navber berdewam dike bandore li ser van kuştinan dike. Dewlet li bajarê rojavayê Tirkiye bi rêbazek cuda hiquqê dixe meriyetê. Li bajarê Kurdan bi rêbazek cuda hiqûqê dixe meriyetê. Li rojavayê Tirkiyeyê darizandina wekîl, akademîsyen, rojnameger û siyasetmedar dixin meriyetê. Lê li Kurdistanê hiqûqa tecrîd û tebdilê heye. Civak di nava van şertan de xwe wekî di girtîgeheke fîzîkî de hîs dike. Kesên tecawiz dikin û jinan dikujin serbest tên berdan. Dixwazin vê bêcezakirinê di nava civakê de qebûl bikin. Bi amûrên Koçberî, tundî û despotiyê dixwazin gel bi van cezayan razî bikin. Rejîma tirsê dixwaze li ser jiyana her kesî bêbaweriyê pêş bixe. Dixwazin împaratoriya tirsê ava bikin."    ‘EV HÊZ HER KESÎ DIKE DIJMINÊ HEV'    Sustam, da zanîn ku dewleta serdest berê dixwest bedena mirovê ku di girtîgehê de mahkûm kiriye bi dest bixe û di nava civake de teşîr bike, bi îşkenceyê wan terbiye bike lê îro ne wisa ye û wiha got: "Niha dixwaze li ser hemû civakê venêrtinê pêş bixe. Her kesî dike dijminê hev. Dixwaze tola xwe hilîne. Bi vê yekê sûc dike. Mafê welatibûnê îhlal dike. Bi îdîayên sûcdar, nenormal, talûke, KHK û wekî wê gefan dixwe û dixaze venêrtiya xwe ya li ser welatîbûnê pêş bixe. Dewlet amûrên sûc û ewlehiyê asayî dide nîşandan. Her tiştê ku li gorî xwe rewa dibîne dixwaze bike kirde û li ser hemû civakê ferz bike. Dema aktorê dewletê sûc bike di nava civakê de dixwaze wan wekî kesê karmendê dewletê penase bike. Li vir mafê welatiyê tune tê hesibandin Mekanizmaya mafê welatîbûnê nas nake heye. Em niha patolojiya absuriyê dijîn. Di navbera oktorên bi maşîneyên zirxî û zagonên dewletdê sûc dikin û sûcên rojane tên kirin de tu sînor nemaye. Sûcên li ser navê dewletê tên kirin tên parastin û li ber çavan nayên girtin. Ser sûc tê girtin û rejîma sûcê rewşa awarte ava dikin. Dixwazin van sûcan tiştekî asayî nîşan bidin. Hewl didin ku ev sûcên tên kirin neyên dîtin."    DI SALÊN 90'AN DE TOROSÊN SIPÎ NIHA MAŞÎNEYÊN ZIRXΠ   Sustam, bal kişand salên 90'an û niha û wiha lê zêde kir: "Di gettoya Erdnîgariya Kurdan de amûrên tundiya eskerî di salên 1990’an de Texsiyên Torosên Spî derdiketin pêş. Bi van texsiyan mirov dihatin revandin û windakirin. Lê niha dewlet amûrên cuda dixe meriyetê. Am pêkanînên xwe asayî û normal dike. Bi amûrên tundiyê dixwaze li qadan hêzên muxalif perçe bike û bêdeng bihêle. Lê amûrên tundiyê ne çareserî ne. Divê li dijî vê yekê çalakiyên bêîtîatiya sivîl bên xurtkirin. Minak di demên dawî de çalakiyên li pêş avahiyên AKP'ê zêde bûn."