Daxwaza 'bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin' bi hinceta wê dosye 'dirêj bibe' red kirin 2019-09-26 09:19:24 ŞIRNEX - Li ser îfadeyên şahidan ku îfadeya wan bi îşkenceyê hat girtin, 14 sal û 3 meh ceza li rojnamevan Ziya Ataman hat birîn. Di dosyeyê de daxwaza "bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin" bi hinceta dê "dosye dirêj bibe" hat redkirin.  Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman, di 10'ê Nîsana 2016'an de hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû gitin. Ataman ji wê çaxê ve di Girtîgeha Wanê de ye. Piştî 20 mehên li girtîgehê îdianameya derbarê Ataman û 18 ksên pê re htain girtin hat amadekirin.    ŞAHIDAN ÎFADE BI PAŞ VE KIŞAND, PAŞÊ DELÎL HATIN ÇÊKIRIN   Di îdianameyê de tê gotin ku Ataman û ên li gel wî jî di êrîşa li hemberî avahiyên cendirmeyan û emniyetê de ku di 25'ê Îlona 2015'an de pêk hat cih girtine. Ev îdia li ser îfadeyên Kadîr Ataman hatin kirin. Lê belê Ataman, di dirûşmeyên din de bilêv kiribû ku ew îfade bi îşkenceyê hatin çêkirin û got bi zorê pê dane îmzekirin. Her wiha di îdianameyê de hat gotin ku di 7'ê Tîrmeha 2016'an de ajandayeke HPG'iyan bi est ketiye û di vê ajandayê de navê rojnamevan Ataman hebûye. Halbûkî rojnamevan Atamn di 11'ê Nîsana 2016'an de hatiye girtin.    ÎDIA NEHATIN LÊKOLÎNKIRIN    Danişîna ewil a dozê di 2'yê Adara 2018'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Şirnexê pêk hat. Piştî demekê hin dosyeyên derbarê bûyerên li Silopiyayê yên di dema qedexeya derve de jî daxilî vê dosyeyê hatin kirin. Bi vî awayî hejmara keên di dozê de bû 21. Her wiha di vê doza ku 10 kes ji ber girtî ne, piraniya şahidan jî îfadeyên xwe bi paş ve kişandin. Ji şahidên dozê yê herî girîng Kadîr Ataman e û wî jî di hemû dirûşmeyan de bilêv kir ku ew îfadeyên xwe bi paş ve dikişîne. Her wiha şahid Aytaç Yalman jî, bilêv kir ku îşkence lê hatiye kirin û got: "Bêyî bihêlin em bixwînin bi me dan îmzekirin. Polîsên taybet bi qundaxa demançeyê li serê min dan."    Şahid Ûgûr Eyînç, di danişînan de diyar kir ku xwendin û nivîsandina wî tuneye. Eryînç, ji bo hemû pirsan û kesên jê hatine pirsîn gotiye: "Nayê bîra min" û derket holê ku derbarê wî de ji ber îftirayê 22 caran lêpirsîn hatin destpêkirin.    Parêzeran jî di hemû danişînan de destnîşan kir ku divê "dadgeh îfadeyên hatine dayîn esas negire" û daxwaza kirin ku "îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin." Lê belê daxwaza parêzeran hat redkirin.    GIRTÎ: EM MEXDÛR BÛN, LÊ NIHA EM BÛNE BERSÛC    Ziya Ataman ku bi SEGBÎS'ê tev li hemû danişîan bû, parêziya xwe bi kurdî kir. Ataman, ji bo îdianameyê got, bi awayekî komplovarî hatiye amadekirin û got, "tenê çekek min heye, ew jî pênûsa min e." Ataman, di parêziya xwe de diyar kir ku li girtîgehê gurçikên wî xera bûne û îdiayên navbirî bi tu awayî ne rast in. Parêzerên Ataman jî gotin, kesên mexdûr bûne bersûc û diyar kirin ku di dosyeya muwekîlên wan de delîlek jî tune ye.    Di danişîna dawîn a dozê de heyet biryar da. Dadgehê ji bo 6 kesan biryara beraatê da û li girtiyên din jî di navbera 2-15 salan ceza birî. Dadgehê li rojnamevan Ziya Ataman jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal û 6 meh cezaû bi hinceta "cezayê terorî" cezayê wî kir 14 sal û 3 meh.    DADGEHÊ: BILA DOSYE DIRÊJ NEBE    Her wiha heyeta dadgehê ji bo daxwaza parêzeran ku di hemû danişînan de xwestin îdiayên derbarê îşkenceyê de bên lêkolînkirin red kir. Heyetê bi hinceta "bila dosye dirêj nebe" daxwaza parêzran red kir.    MA / Gokhan Altay