Bi tena serê xwe toreke piştevaniyê çê kir 2019-09-26 09:18:49 STENBOL - Mehmet Yeralan ku li Tarlabaşiyê ewilî bi tena serê xwe alîkariya penaber û xizanan dikir, paşê liv û tevgera wî veguherî toreke piştevaniyê û got: "Divê her kes li cihê xwe tiştên wisa bike."    Mehmet Yeralan (40) ku ji Wêranşar a Rihayê ye, 21 sal in tevî 5 zarokên xwe li semta Tarlabaşi ya Stenbolê dijî. Yeralan, bi tena serê xwe alîkariya gelek penare û xizanan kiriye û piştî demekê ev liv û tevgera wî veguheriye toreke piştevaniyê. Yeralan, anî ziman ku armanca jiyanê ew e ku mirov alîkariya hev bikin û got, jiyaneke aştiyane û aram mimkun e.    ‘REWŞA CIWANÊN ME NEBAŞ E'    Yeralan, anî ziman ku di bin navê xebatên piştevaniyê yên civakiyî de dixebitin û got: "Xebatên me yên di warê tenduristî û pêgirtîbûna tiryakê de didomin. Li hin cihan derbarê pêgirtîbûnê de dersan didim. Rewşa ciwanên me nebaş e. Her wiha dibistanên me yên kuçeyan jî hene. Em destekê didin mirovên li kuçeyan. Em berê pêgirtiyan didin navendên başkirinê."   ‘EM NIKARIN MIROVAN LI KUÇEYAN BIHÊLIN'    Yeralan, diyar kir ku ji bo hêwirandina û parastina extiyaran hin mal peyda kirine û got: "Ev der sar dibe. em nikarin mirovan li derve bihêlin. Di hin warên ku dewlet tiştekî nake de em tiştina dikin." Yeralan, da zanîn ku ji bo extiyaran heta niha 2 malên wan hene û got: "Ez mala xwe jî wekî warê qenciyê bi kar tînim. Em ewilî alîkariya extiyar û nexweşan dikin. Niha li mala min jinek heye, nexweşîna tuberkulozê lê peyda bûye. 4 mehan hat tedawîkirin. Niha ber bi başbûnê ve diçe."    ‘EM DESTEKÊ JI KESÎ NAGIRIN'    Yeralan, diyar kir ku tu saziyeke dewletê destê nade wan û got: "Em bi awayekî palûteyî tev digerin. Em tevî hevalên xwe vî karî di bin navê 'Piştevaniya Tarlabaşiyê' de dikin. 20 lîreyê me jî hebe em li hev parve dikin. Li pişta me ne saziyeke dewletê ne jî derdoreke dewlemend heye. Bêyî em cihêkariya nîjadî, dînî, çandî û partiyî bikin em alîkariya hev du dikin. Sifreya me a her kesî ye. Li kuçe û kolanan divê em alîkariya hev bikin. Bila cînar alîkariya hev bikin. Bila kes dilê kesî nehêle."