Keskîn: Cînayeta Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min 2017-11-29 17:51:16 AMED - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, di panela ji bo Tahîr Elçî de hat amadekirin de bal kişand ser wekheviya cînayetên Elçî û Vedat Aydin û wiha got: "Cînayeta Tahîr Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min. Piştî kuştina Vedat Aydin dîsa şerekî pir dijwar hatibû destpêkirin. Piştî kuştina Elçî jî şer dîsa dijwar bû. Herdu pêvajo pir dijibin hev.  Baroya Amedê, bi minasebeta hefteya Tahîr Elçî li salona konferansê ya Yekîtiya Odeyên Sinhetkaran û Esnafên Amedê (DESOB) panela bi navê "Tahîr Elçî û Cînayetên kujer nediyar" pêk anî. Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen pêşkêşiya panelê kir. Di panelê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin, Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemir, Hevserokê Daraza Demokrat Dadger Orhan Gazi Ertekin, Rojnameger Îsmail Saymaz amade bûn. Di panelê de Hevsera Tahir Elçî Turkan Elçî Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Nihat Akdogan û gelek welatî amade bûn. Beriya panel dest pê bike polîs bi kuçikan li bombeyan geriyan.    Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku Tahîr Elçî evîndarê doza kurd bû û demokrasiyê bû û wiha got: "Ew parêzerekî ku kujerên nediyar ronî dikir. Ew parazvanê mafên mirovan bû. Elçî gelek dozên girîng ronî kir."   Hevserokê Daraza Demokrat Dadger Orhan Gazi Ertekin jî anî ziman ku 20 salan dadgerî kiriye û wiha got: "Li Tirkiye îtîbara hiqûqê ya 100-150 salan winda bûye. Li Tirkiye pirsgirêka îtibara hiqûqê heye. Li Îzmirê û Amedê hûqûn ne wek hev e. Ger ku hikûqa Îzmir û Amedê nebe yek ev pirsgirêkek mezin e. Ez dadgerek im. Tirk û sunî me. Lê ger ku cihê min di dilê kurdekî û elewiyekî de tune be, tu wateya biryara min tune ye. Ger ku parêzerek li Amed, Edîrne û Trabzonê nikaribe bigêje dilê mirovan tu qîmeta wî tune. Tahîr dilê xwe ji Amed,y Îzmir, Trabzonê re vekir. Wî dilê xwe ji hemû civakan re vekir. Ger ku li Tirkiye parastina wekheviyê esas tigire tune be wê demê li Tirkiye edalet tune ye. Gelek pêdiviya me ji Tahîr û yên wekî wî hene."    CESARET MIROVAN DIPARÊZE   Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin jî bal kişand ser wekheviya cînayetên Elçî û Vedat Aydin û wiha got: "Cînayeta Tahîr Elçî cînayeta Vedat Aydin tîne bîra min. Piştî kuştina Vedat Aydin dîsa şerekî pir dijwar hatibû destpêkirin. Piştî kuştina Elçî jî şer dîsa dijwar bû. Herdu pêvajo pir dijibin hev. Hem her dem li pey hevalên xwe yên hatin kuştin axivîn. Em heman tiştî hîs dikin û di axivin. Cesaret mirovan diparêze. Elçî parazvanê mafên mirovan yekî wêrek bû. Tu bendewariya min ji daraza Tirk tune ye. Heta ku Tirkiye bi rastiya xwe re neyê rûqalî hev tu tişt nayê guhertin. Komar di sala 1915’an de li ser komkujiyek pir mezin hat avakirin. Hiqûqsazê Tirkiye Mahmut Esat Oktay e. Ji ber vê yekê bendewariya me ji hiqûqê tune ye. Li bajarê kurdan cot strandarta hiqûqê serdest e. Ger ku parazvanên mafên mirovan, parêzerên ku serlêdana sûc dike û li mafê xwe digere wekî terorîst bên dîtin, ev pirsgirêk gelek mezin e. Hiqûq her dem li ser feraseta mîlîtarîstê pêş ket. Niha parêzerên ku dixwazin biçin îfadeyê bidin jî bi tirsa ku bên girtin diçin. Ez dibêjim xwestî Elçî jî hatibûya girtin"    JI BER ELÇÎ SERÎ NETEWAND HAT QETILKIRIN   Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr jî anî ziman ku ji ber Tahîr rastî anî ziman hat qetilkirin û wiha got: "Divê berî her tiştî em hemû rastiyan bînin ziman. Ger ku em rastiyan nebêjin em dê xwe û civakê bixapînin. 100 salin hişmendiya dewletê nehat guhertin. Ji ber hişmendiya dewletê nehat guhertin Vedat Aydin û Tahîr Elçî hatin kuştin. Hêj di sala 1996’an de Wezîrê Dadê gotibû di nava hin parêzeran de xayinên welat hene. Di vê lîsteyê de navê Tahir Elçî jî hebû. Ji ber ku me doz bir DMME'ê, Elçî di qanalek tv de rastî lîncê hat. Ewil rojnamegerên tetîkkêş ew kirin hedef. TV û rojnameyan êrîşa lîncê dan destpêkirin. Piştre hat kuştin. Ji ber Elçî serî netewand hat qetilkirin."