ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-26 09:00:44 * Hinarê Pirsûsê ku ji hêla tehmê ve li herêmê bi nav û deng in, ji ber êş û pirsgirêka avê bi tunebûnê re rû bi rû ne. * Nûnerên weşanxanên kurd ên dê beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bibin diyar kirin ku weşangeriya kurd di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û bang li xwîneran kirin ku hin bêtir eleqeyê nîşanî pirtûkên kurdî bidin.    * Hunermendê NÇM'ê Çiya Şenses, bilêv kir ku NÇM, ji roja ku hatiye avakirin li dijî feraseta asîmlasyonkar têdikoşe û ji bo vê bedêl daye û got: "Em hêzê ji bedêlên ku hevalên me dane digirin û bêtir hildiberînin û dixebitin."    * Mehmet Yeralan ku li Tarlabaşiyê ewilî bi tena serê xwe alîkariya penaber û xizanan dikir, paşê liv û tevgera wî veguherî toreke piştevaniyê û got: "Divê her kes li cihê xwe tiştên wisa bike."    *  Li ser îfadeyên şahidan ku îfadeya wan bi îşkenceyê hat girtin, 14 sal û 3 meh ceza li rojnamevan Ziya Ataman hat birîn. Di dosyeyê de daxwaza "bila îdiayên ji bo îşkenceyê bên lêkolînkirin" bi hinceta dê "dosye dirêj bibe" hat redkirin.    * Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bal kişand ser pergala hevserokatiyê û got: “Hevserokatî ne meseleya dê kî îmze biavêje ye. Rastiya jiyanê ye û kirdeya nûnertiya nîvê dinyayê ye. Veguhezstina rastiyek nav siyasetê ye.”    * Akademîsyen û civaknas Engin Sustam, bal kişand ser kuştinên bi maşîneyên zirxî yên li herêmê û wiha got: "Sûcê li ser navê dewletê tê kirin nayê dîtin. Mekanîzmaya ku mafê hemwelatîbûnê qet nasnake heye. Li vir ser sûc tê girtin."