DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist 2019-09-25 16:43:06   WAN - DÎSA-DER'ê 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Di kongreyê de hat xwestin ku herkes li zimanê xwe yê dayikê xwedî derkeve. Ji bo hevserokatiya DÎSA-DER'ê Cuneyt Avûl û Ozlem Aydemîr hatin hilbijartin.    Komeleya Lêkolînên Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ku li Wanê xebatan dimeşîne, bi şîara "Em li ziman, çand û hunera xwe xwedî derkevin" li Eywana Dewetê ya Erenoglû 1'emîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Di kongreyê de afîşên mîna "Zimanê me nasnameya me ye" , "Bila ziman bê axaftin da ku bijî" û "Ji bo welatperweriyê divê mirov zimanperwer" hatin daleqandin. Hevşaredar, rêveberên HDP û DBP'ê, endamên KCD'ê, dayikên aştiyê, xebatkarên çand û hunerê û gelek welatî tevlî kongreyê bûn.    Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di kongreyê de axaftinek kir û ev tişt gotin: "Ji damezrandina komarê heta niha kurd bi tunebûn û pişaftinê re rû bi rû ne. Kesên ku ji xwe re dibêjin em welatparêz in divê teqez kurdî hînê zarokên xwe bikin. Sedsala 21'emîn e hê jî zimanê kurdî qedexe ye. Em li hemberî van qedexeyan dikarin zimanê bi pêş bixin. Mem û Zîn çîroka me ya bingehîn e. Divê bi qasî evîna wan girêdayî zimanê xwe bin. Dibe ku di navbera me de Beko hebin lê divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe derkevin û biserkevin."   Li ser navê dayikên aştiyê Keve Işik axaftinek kir û da zanîn ku her demê zimanê kurdî hatiye qedexekirin û wiha got: "Em weke kurd hatine dinyayê. Divê hemû malbatên kurd zarokên xwe bi zimanê xwe mezin bikin. Hilbijartina ku bi yek lîsteyî pêk hat de ji bo hevserokatiya DÎSA-DER'ê Cuneyt Avûl û Ozlem Aydemîr hatin hilbijartin.