Dîba Keskîn bi dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pêşwazî kirin 2019-09-25 16:42:13     WAN - Bi sedan kesên li balafirgeha Wanê, Hevşaredara berê ya Erdîşê Dîba Keskîn, piştî hat tehliyekirin ji Enqereyê hat Wanê, bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" pêşwazî kirin.    Hevşaredara berê ya Erdîşa Wanê Dîba Keskîn piştî ku ji girtîgehê hat tehliyekirin, ji Enqerê hat Wanê. Ji bo ku Dîbayê pêşwazî bikin, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, Muazzez Orhan, hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û hevşaredarên Erdîşê, gelek partîzan û bi sendan jin çûn Balafirgeha Ferît Melen a Wanê.  Bi sedan kesan Dîba Keskîn, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" pêşwazî kirin. Dîba li balafirgehê axivî û got; "Min silavên gitrtiyên li Girtîgeha Sîncanê ji we re anîn. Dîba bi gotina, "Ez xweşkahî û azadiyê dixwazim" kesên wê pêşwazî kirin silav kir.