Dayika Berkîn Elvan: Dê hê çend zarokên me biçin 2019-09-25 13:47:49 STENBOL - Daneşîna doza têkildarî kuştina Berkîn Elvan ku dema çalakiyên Parqa Geziyê ji serê xwe gule polisan xwaribû, taloq bû. Dayik Gulsum Elvan bi van gotinan bertek nîşanî taloqbûna dozê da: "Em êdî darizandin û ceza dixwazin. Em jî dayik in. Dê hê çend zarokên me biçin û çiqas xwîn birijê?"  14'emîn daneşîna doza têkildarî kuştina Berkîn Elvan ku dema çalakiyên Parqa Geziyê ji serê xwe gule polisan xwaribû û jê polis Fatih Dalgin tê darizandin, li 17'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Malbata Elvan, Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû û Parlamenterê HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy tevlî daneşînê bûn.    'EZ WE BI WIJDANÊ WE RE DIHÊL IM'    Dayika Elvan Gulsum Elvan di daneşînê de axivî û ev tişt got: "Daneşîne ku qet bi dawî nabe heye. Tênagihijim ku em çima tên redkirin. Berê zarokan dikuştin û dianîn rûberî hev, niha jî dayika tînin rûberî hev. Em êdî darizandin û ceza dixwazin. Em jî dayik in. Dê hê çend zarokên me biçin û çiqas xwîn birijê? Dema ku hûn serê xwe datînin ser balifê xwe, dikarin razin, ev hê zarok bû! Kurê min qarneyê xwe girt lê dîplomaya xwe negirt. Dema ku hûn li zarokên xwe dinêrin kurê min bînin ber çavên xwe. Tiştekî din jî nabêjim, we bi wijdanê re rû bi rû dihêlim."   'DI HEMÛ BERSIVAN DE KUJER DIYAR E'   Parêzer Çîgdem Akbûlût jî wiha axivî: "Me timik demê winda kir. Lêpirsîn jî û darizandin jî bû. Bersivên ku hûn dixwazin, ducar-sêcar ji saziyan hatine û hinek ji wan pêkenok in. Di hemû bersivan de kujer diyar e, em êdî naxwazin bên rawestandin. Divê kujerê Belkîn cezayê ku heq dike bigire. Heke li vî welatî piçek adalet mabe divê ji vê dadgehê derkeve û hêvî bide. Em li benda bersivên raporan e. Em li bendê ne ku hûn hêza hiqûqî ya di destê xwe de bi kar bînin û biryara navberê bidin. Dema bersiv bê em ê daxuyaniyên xwe pêşkêş bikin."   DANEŞÎN TALOQ BÛ   Serokê dadgehê bersiv da Akbûlût û ev tişt gotin: "Hûn dikarin rexne bikin lê jo roja ku dosya ji me re hatiye heta niha em tişta pêwîst dikin. Hûn jî dizanin dema ku mijar bûyereke civakî be rapor bi zorê tê."   Dadgehê biryara xwe aşkera kir û daneşînê taloqî 13'ê Mijdarê kir.   'DÊ ÇAWA HESAB BIDIN KURÊ MIN'   Piştî daneşînê dayika Elvan Gulsum Elvan li ber edliyeyê daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman: "Bila êşên me dayikan neynin rûberî hev. Heke rûberî hev bikin dê nikaribin ji binî derkevin. Serokkomar Erdogan dibêje, 'Heke Selahattîn Demîrtaş berdim dê nikaribim hesab bidim şehîdan' Gelo wê çawa hesab bide kurê min. Ez bang li dayikan dikim. Ew der ne cihê rûniştinê ye. Werim em bibin yek û aştiyê bînin. Bila dayikeke din negirî. Êdî bes e bila zarok neyên kuştin. Derdê me ev e."