Parlamenter Gunay rewşa girtiyê nexweş Tekîn ji Wezîrê Dadê Pirsî 2019-09-25 12:15:46 ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ebrû Gunay rewşa girtiyê nexweş Delîl Tekîn ku ji guhên wî xwîn tê û nayê tedawîkirin, bir rojeva Meclisê.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Ebrû Gunay, rewşa girtiyê nexweş Delîl Tekîn ku li Girtîgeha Jimara 4 Tîpa T a Şakranê ji guhên wî xwîn tê û nayê tedawîkirin, bir rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne peşnûmapirsek da Serokatiya Meclisê.    Gunay di binasiya pêşnûmapirsa xwe de jî ev agahî parvekirin: "Girtiyê nexweş Delîl Tekîn ku li Girtîgeha Jimara 4 Tîpa T a Şakranê girtî ye, ji ber ragirtinê guhekê wî nabihîze û hefteya borî ji ber ku xwîn ji guhê wî yên din hatiye rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê nexweşxaneyê tenê xwîna guhê wî paqij kiriye û tedawî nekiriye. Beriya niha jî Tekîn bi derpkirinê anîne hevdîtina vekirî ya bi xizmên xwe re. Xizmên wî şahidiya vê derpkirinê kirine."   Pirsên ku Gunay di pêşnûmapirsa xwe li Wezîr Gul kiriye, wiha ne:   * Delîl Tekîn ku ji ber ragirtinê guhekê wî nabihîze, hefteya borî ji ber ku xwîn ji guhê wî yên din hatiye rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneyê. Lê nexweşxaneyê tenê xwîna guhê wî paqij kiriye û ew tedawî nekiriye. Haya we ji vê yekê heye? Têkildarî mijarê derbarê nexweşxane û xebatkarên girtîgehê ve tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Derbarê bi derpkirinê anîna hevdîtina xizmên xwe ya Delîl Tekîn de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?   * Angaşta ku daxwaznameyên girtiyan ên ji bo kontrola tenduristiyê ji aliyê gardiyanan ve tên redkirin rast in? Hinceta redkirina daxwaznameyên girtiyan çî ye?    * Nameyên ku tên bi çi hincetî nadin girtiyan?   * Ji bo ku Delîl Tekîn sewqî Mêrdînê ku malbata wî lê dijî, hûn ê bikevin nav tu hewldanê?   * Ji bo ku girtiyên nexweş hemû tedawiyên xwe bibînin, hewldanên we yên ji bo darizandina serbest û paşdexistina cezayan hene?