Ji bo 'Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê' banka konserê 2019-09-25 10:07:34 ENQERE – Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan, diyar kir ku ji bo fînansa Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê wê li 5 bajaran konserê li dar bixin û xwest her kes beşdarî van konseran bibin.  Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD), wê Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê ava bikin. PSAKD, wê li Semta Oveçler a Enqereyê li nava zeviyekê muzeyê ava bike. Di muzeyê de wê peyker û wêneyên 33 kesên di Otela Madimak a di 2'ê Tîrmeha 1993'an de hatin qetilkirin û kesên di dîroka Komarê yên cuda de hatin qetilkirin bi cih bikin. Dîsa wê li şanoyê pirtûkxane û salona şanoyê bê avakirin. Tê payin ku di nava 3 salan de muzeyê bi dawî bikin. Têkildarî xebatên muzeyê Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan, diyar kir ku taslaka avahiyê temam bûye û wiha got: "Xebatên me yên ji bo hundirê avahiyê didomin. Em armanc dikin ku di demek nêzîk de muzeyê temam bikin. Birîna komkujiya Madimakê hêj derman nebûye û xwîn jê diherike. Li cihê ku komkujî lê pêk hatine avakirina muzeyan pir girîng in. Muzeya ji bo komkujiyên di salên 1920’an heta niha pêk hatine de li Enqere bê avakirin em erênî dibînin. Di dîroka komarê de bi taybetî di salên 1990’î de gelek kes ji aliyê faîl nediyaran ve hatin kuştin. Ji bo komkujiyên hatine kirin neyên ji bîr kirin em dixwazin muzeyê ava bikin. Di dîroka Komarê de yên temenê wan hatin biçûkkirin û hatin darvekirin kîne? Em dixwazin hafizaya xwe nû bikin û biparêzin."    JI BO MUZEYÊ 5 KONSER    Serokê Giştî yê PSAKD'ê Ganî Kaplan, diyar kir ku ji bo fînansa Muzeya Hafizaya Civakî ya 2'ê Tîrmehê wê li 5 bajaran konserê li dar bixin û xwest her kes beşdarî van konseran bibin. Kaplan, anî ziman ku ew hevi dikin ku ji bo avakirina muzeyê her kes piştgiriyê bidin wan û bang li her kesî kir ku ji bo avakirina muzeyê hestiyar tev bigerin. "    Kaplan, bernameya konseran jî parve kir. Bername wiha ye:    * Di 28'ê Îlonê de bi tevlêbûna Guler Duman, Duman, Selçuk Balci, Ali Ekber Eren, Serhad Paşa, Nilüfer Saritaş û Koma Mihman saet di 17.00’an de li Qada Depoya Komirê ya Berê ya Enqereyê.    * Di 12'ê Cotmehê de bi tevlêbûna Onur Akin, Manga, Grup Abdal, Ali Çagan, Niyazi Koyuncu, Ozlem Taner, Zeynep Karababa, Şirin Ustun saet di 17.00’an de li Qada Mumcu ya Edeneyê.    * Di 19'ê Cotmehê de bi tevlêbûna Koray Avcı, Burcu Guneş, Cengîz Ozkan, Muharrem Temiz û Tolga Çandar saet di 17.00’an de li Qada Gundogdu  ya Îzmirê.    * Ji ber konsera li Amedê ji aliyê qeyûm ve hat betalkirin wê li Qada Maltepe ya Stenbolê di dawiya cotmehê de bê plankirin.    MA / Zemo Aggoz