Berdevkê Hewldana 78'an Can: Wê Tirkiye ji vê îktîdarê xelas bibe 2019-09-25 09:06:02 AMED - Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can ku beşdarî Nobeta Demokrasiyê bû, diyar kir ku ji Tirkiyeyê ber bi herêmê ve piştevanî diherike û her diçe xurtir dibe û got: "Civak, guherî. Wê Tirkiye dê ji vê desthilatê xelas bibe."  Li hemberî tayînkirina qeyûman, çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 38'an de ye. Gelek sazî û rêxistinên civaka sivîl ji bo piştevaniyê tevlî nobetê dibin. Yek ji wan saziyan jî Hewldana 78’an e. Berdevkê Hewldana 78’an Celalettin Can, derbarê qeyûman de ji Ajansa me Mezopotamyayê re axivî. Can diyar kir ku ji bo piştgiriyê beşdarî nobetê bûne û got: “Armanca me ew e ku piştevanî ji Tirkiyê ber bi herêmê ve biherike û xurt bibe."    Can, da zanîn ku rewşa niha ne wekî ya 2016'a ye û got: “Wê demê bêdengiyek hebû. Lê niha li Rojavayê Tirkiyeyê hestiyariyek çê bûye. Hêvî dikim ku ev vegere berxwedanekê civakîyi. Li Tirkiyeyê rewşeke serberjêriyî çê bûye û hêvî dikim ku ev veguhere hilweşandinê."    'NE DIYAR E KU DÊ EV ÎKTÎDAR KENGÎ ÇI BIKE'    Can, darbeya 12'ê Îlona 1980’an û ya 2016'an da ber hev û got: “Darbeya 80’yî faşîzan bû. Lê dixwest bi standartên rojavayî tev bigerin. Mesele îşkence, înfazên bêdaraz înkar dikirin û dizanibûn ew tiştên dikirin sûc in. Dixwestin ser van tiştan bigirin. Rejîma niha jî ji derveyî standardên Ewropayê pergaleke siyasî ya îslamî ye ku nehatiye îlankirin." Can, diyar kir ku tê xwestin van tiştan li civakê ferz bikin û got: “Di salên 80’yî de zext, teror, îşkence hebû, lê dîsa jî nîzameke dewletê hebû. Me dizanibû ê çi bikin û çawa tev bigerin. Surprîzên wan kêmtir bûn. Lê îro nîzama dewletê nîn e, bi kêfî tev digerin. Di fîîliyatê de em nizanin dê pîvanên dewletê çi dibin. Ne diyar e ku dê kengî çi bike. Li holê rewşeke derqanûnî heye."    'DÊ VEGUHERE BERXWEDANÊ'   Can, detsnîşan kir ku Tirkiye ne Tirkiyeya beriya 31'ê Adarê ye û got: “Civak, guherî. Ji rojavayê welêt ber bi herêmê ve piştevaniyek heye. Li rojavayê welêt protestoyan dest pê kir. Îtiraz heye, xwedaweşandin heye. Teqez wê Tirkiye ji vê îktîdarê xelas bibe û wê normên demokratîk bibin serdest. Siyaseta HDP'ê ya demên dawî di vê yekê de xwedî bandor e."   Herî dawî Can, got: "Welatekî ku em biçinê tuneye. Ev welat, welatê me ye. Li vî welatî yekîtî û bihevrebûn, ne bi polîtîkayên ewlehîparêz, bi demokrasî, biratiya gelan, esasgirtina mafan û jiyaneke hevpar pêkan e."